Bûldan: Em ê tecrîdê bi hev re bi dawî bikin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, "Divê tecrîd tavilê bi dawî bibe. Pirsgirêk pirsgirêka gelên Tirkiyeyê hemûyan e, lewma em ê tecrîdê bi hev re bi dawî bikin."

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di civîna koma partiya xwe de ya heftane axivî û rewşa dawî nirxand.

Dayikên bi xavikên spî jî ku ji bo zarokên xwe yên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne li ber xwe didin, beşdarî civînê bûn.

Bûldan di destpêka axaftina xwe de 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.

Bûldan bi taybetî li ser tecrîdkirina Ocalan û berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê rawestiya.

Bûldan anî ziman, ew li welatekî ne ku edalet û demokrasî lê tecrîdkirî ne û got, "Tecrîd ne tenê li girtîgehan e, li derve jî heye. Em bi rengekî topyekûn tecrîdkirî ne. Eger hûn ne alîgirê desthilatdariyê bin, hingî hûn tecrîdkirî ne."

Bûldan bi bîr xist, parlamentera wan Leyla Guven 188 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye û got, "Zêdeyî 3000 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne ku mezintirîn çalakiya greva birçîbûnê ya dîroka komarê ye. 30 girtiyên siyasî jî greva birçîbûnê veguherandin rojiya mirinê. Her saet, her kêlî ne tenê li dijî girtiyên li zindanan diherike, di heman demê de li dijî vî welatî diherike."

Bûldan bal kişand ser berxwedana dayikan û got, "Dayik her roj ji bo zarokên wan jiyana xwe ji dest nedin li ber girtîgehan dikin qêrîn. Lê ji ber vê daxwaza xwe rastî lêdan û copan tên. Ev yek li ber çavê hemû gelê Tirkiye pêk tê. Ev yek destpotîzm û faşîzm e. Ev kesên dijminê mirovahiyê wê roj bê hesabê vê yekê bidin. Em bang li dayikan dikin û dibêjin 'Meraq nekin' em bi we re ne. Em ê bi hev re têbikoşin û em ê bi hev re bi ser bikevin. Doh polîsan li parlamentera me ya Êlihê Feleknas Ûca xistin. Êrîşî dayikan kir. Dayikên ku îro li Gebze, Bakirkoy, Qoser, Amedê û gelek bajarên din ji bo tiştek bi zarokên wan neyê û daxwazên zarokên xwe bilind bikin çalakiyên rûniştinê li dar dixin dibin hedefa êrîşa polîsan.

Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de pir eşkere peyam daye. Hefteya borî parêzer çûn Îmraliyê û hevdîtin kir. Peyama Îmraliyê pir girîng e. Ev banga diyalogê ji bo pêvajoyek nû dest pê bike heviyek nû ye. Ji bo diyaloga demokratîk dest pê bike, hemû kesên demokrasiyê diparêzin berpirsiyarek dikevin ser milê wan. Em bang li hemû kesên ku aştî û demokrasiyê dixwazin dikin ku bêdeng nemînin. Daxwaza rakirina tecrîdê daxwazek herî rewa û zagonî ye. Ev daxwaz pêk bê wê di qada civakî de aramiyek pêk bê. Ger ku ev daxwaz pêk bê û tecrîd rabe welat wê nefesekê bistîne Divê tecrîd bi lez bi dawî bibe. Em; HDP soz didin van dayikên ku îro hatine vir. Tecrîd tenê we eleqeder nake. Hemû kesên li Tirkiye dijîn eleqedar dike. Em ê hemû bi hev re têbikoşin. Em ê tecrîdê rakin û bikin ku zarokên we bijîn."