Bûldan: Em bi milyonan in
Ligel ku gelek êrîş û zext hatin kirin jî HDP’ê dest bi Meşa Demokrasiyê ya li Sîlîvriyê kir. Di meşê de 6 kes hatin destgîrkirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got ku “Em bi milyonan in.”
Ligel ku gelek êrîş û zext hatin kirin jî HDP’ê dest bi Meşa Demokrasiyê ya li Sîlîvriyê kir. Di meşê de 6 kes hatin destgîrkirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got ku “Em bi milyonan in.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, parlamenter, rêveber û pêkhateyên HDP’ê ji bo “Meşa Demokrasiyê” ya milê Edîrneyê ber bi Enqereyê ve bidin destpêkirin, li ber Navenda Danûsitendinê ya Sîlîvrî kom bûn. Beriya HDP’yî dest bi meşa xwe bikin, polîsan mudaxileyî welatiyan kiribûn û gelek kes destgîr kirin. Polîsan her devera Edîrneyê dorpêç kiriye. Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan li Sîlîvrîyê daxuyanî da.
‘EV MEŞA DEMOKRASIYÊ YE’
Bûldan da zanîn ku meşa wan li dijî darbeyê ye û wiha got: “Ev meş meşa demokrasiyê ye. Wê qet û qet nikaribin meşa me asteng bikin û gavên me paşve neavêjin. Em ne ewqas in. Em bi milyonan kes in. Li gelek bajarên Tirkiyeyê ketin û derketina bajaran li ser daxwaza îqtîdarê ji aliyê polîsan ve hatine qedexekirin. Biryara li dijî Qanûna Bingehîn in girtine. Ev biryar li dijî demokrasî û rewabûnê ye. Wê ev biryarên wê qedexekar nikaribin bibin astengiya me ya li cem gelê me. Heke van biryarên qedexekar negirtina wê îro bi milyonan û hezaran me ji Edîrneyê verê bikirina. Li Edîrneyê nûnerên bi milyonan însan hene. Di serî de li Girtîgeha Edîrneyê û li gelek girtîgehên din îradeya bi milyonan însan parlamenter û hevşaredar girtî ne. Darbe li dijî partiya me pêk tînin. Meşa me ya îro jî li dijî vê darbeya parlementer û hevşaredaran e. Ev meşa me ji bo darbeya di serî de li dijî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û bi hezaran hevalên me ye. Ev meşa demokratîk e. Meşa li dijî girtinên neheq e.
WÊ EV MEŞ BIDOME
Ev meş tenê ne ji bo Demîrtaş û Yuksekdag e. Ev meş di heman demê ji bo siberojek demokratîk, aştiyane û azadî ya gelên Tirkiyeyê ye. Em dixwazin bi vê meşê azadî, aştî û demokrasiyê bînin û her kes bi hev re di nava jiyanek xweş de bijî. Divê ewqas ji Demîrtaş, Yuksekdag û demokrasiyê û aştiyê netirsin. Ew îradeya bi milyonan kes in. Ev meş di heman demê de ji bo Osman Kavala ye. Ev meş ji bo milyonan însanên me ku AKP’ê wan feqîr kiriye û birçî hiştiye ye. Wê ev meş berdewam bike. Heta aştî, demokrasî û azadî were vî welatî wê ev meşa berdewam bike.”