Buldan: Desteya Şopandinê tevlî hevdîtinê nabe

Buldan: Desteya Şopandinê tevlî hevdîtinê nabe

Cîgira Serokê Koma HDP’ê Pervîn Buldan, diyar kir ku nûçeyên ku tên gotin wê Desteya Şopandinê beşdarî hevdîtina 30’ê Mijdarê bibe ne rast in.

Heyeta Îmrali ya HDP’ê, piştî demeke dirêj wê li Girava Îmrali bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.

Wezareta Edaletê, têkildarî serlêdana 5’ê Mijdarê bersiva, "Dibe ku heyeta berfireh 30’ê Mijdarê biçe” dabû.

HDP’ê di serlêdana xwe de xwestibû, Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle û ji DOKH’ê Ceylan Bagriyanik tevlî heyetê bibin.

Têkildarî kesên beşdarî hevdîtinê bibin daxuyaniyeke fermî nehatibû dayîn. Lê li gor çapemeniya  hikûmetê, wezaret bi awayekî erênî nêzî navê Hatîp Dîcle dibe. Lê neyênî nêzî navê Bagriyanik dibe.

Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle got ku di vê mijarê de ti agahiyek nedane wî.  Dîcle got ku di sala 1993’yan de li ser şandina Serokkomarê demê Turgut Ozal bi 5 parlamenteran re li Libnanê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû û got, “Eger ez biçim piştî 21 salan ez ê bi Ocalan re rûnim.”

Li gel îdîaya rojnameya Milliyetê ya “Wê Desteya Şopandinê jî tevlî hevdîtinê bibe” ji aliyê HDP’ê ve nehat piştrastkirin.

Cîgira Serokê Koma HDP’ê Pervîn Buldan got, "Di vê der barê de ti agahiyek ji me re nehatiye.”