Buldan: Cara yekem ezê biqatîlên hevjînê xwe re rû bi rû bêm
Buldan: Cara yekem ezê biqatîlên hevjînê xwe re rû bi rû bêm
Buldan: Cara yekem ezê biqatîlên hevjînê xwe re rû bi rû bêm
Doza ku 12 kesên di nav de Wezîrê Navxweyî yê berê ê Tirk Mehmet Agar jî heyî û bi îdiaya ku Midûrê Şêniyê yê Altindagê Abdulmecît Baskin kuştine têne darezandin, Serokwekîla Koma BDP’ê Pervîn Buldan ku dê weke temaşevan beşdar bibe di hesaba xwe ya twitterê de got: “Cara yekem ezê bi qatîlên hevjînê xwe re rû bi rû bêm.”
Bi îdiaya ku Midûrê Şêniya Altindagê Abdulmecît Baskin kuştine, Wezîrê Navxweyî ê berê yê Tirk Mehmet Agar, Serokwekîlê Daîraya Tevgera Taybet yê wê demê Îbrahîm Şahîn, rêveberê MÎT’ê yê berê, Yarbayê teqawit Korkut Erkn û endamê Tevgera Taybet yê berê Ayhan Çarkin jî di nav de derbarê 12 kesan de doz hatiye vekirin. Dûniştina dozê li 13’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê pêktê. Li gel gelek nûner^ne rêxistinan, Serokwekîla Koma BDP’ê Pervîn Buldan jî beşdarbû.
Di îdîanameyê de tê gotin ku gûmanbaran “Bi armanca sûc kirinê rêxistina çekdarî avakirine û di vê çarçoveyê de mirov kuştine” û cezayê muebeta girankirî jêre dixwazin.
Di 30’ê Îlona 1993’an de Midûrê Şêniya Altindagê Abdulmecît Baskin tê revandin û li ser rêya Golbaşi-Haymana tê kuştin. Li gorî îdîanameyê qetilkirina Abdulmecît Baskin “bi agahiya Mehmet Agar, bi fermana Îbrahîm Şahîn ji aliyê tîmên taybet ve hatiye kirin.”
Buldanê beriya rûniştinê û piştî rûniştinê ev twit avêtin:
“*Îro Mehmet Agar dê ji ber qetilkirina Midûrê Şêniya Altindagê Mecît Baskin bê darezandin. Em li Edliyeyê ne.
*Rûniştinê hêjan destpê nekiriye. Em li benda Ayhan Çarkin û Ziya Bandirmalioglû ne ku ji vê dozê hatine girtin. Ev herdu kes di heman demê de qatilên Savaş Buldan in. Cara yekem ezê bi qatîlên hevjînê re xwe rû bi rû bêm.
*Ayhan Çarkin û Ziya Bandirmalioglû hatin. Di hundirê min de ba û bahoz radibin.
*Korkut Eken û Ercan Ersoy jî li virin. Tam seriya qatîlan.