Bûldan: Bi têkçûna AKP'ê re wê her kes aram bibe

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku tecrîd xwe dispêre faşîzmê û berxwedêr silav kir. Bûldan bal kişand ser vî tiştî ku Tirkiye li ser xaçerêkekê ye bi têkçûna AKP’ê re ew ê her kes aram bibe.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di civîna Koma HDP'ê de bal kişand ser polîtîtîkayên AKP'ê û geşedanên dawî. Bûldan, ewil li ser hilbijartina 31'ê Adarê rawestiya û xwest her kes li dijî polîtîkayên AKP-MHP'ê hişyar be. Bûldan, anî ziman ku di hilbijartina 31'ê Adarê de 2 rê li pêş hilbijêran hene û wiha got: "Em beriya hilbijartina 31'ê Adarê civîna dawîn a koma xwe pêk tînin. Em di pêvajoyek pir krîtîk re derbas dibin. Em di xaçerêkeke pir girîng de ne. Li aliyekî rêveberiya tarî û faşîzmê heye, li aliyekî ronahî û pergala rêveberiya demokratîk heye."

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ

Bûldan, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên grevê û wiha axivî: "Hevala me Leyla ji bo vê rêya ronî veke bedena xwe ji bo mirinê razandiye. Li Hewlerê Nasir, Li Strasborgê 14 hevalên me û li Kandira Selma û Sebahat bedena xwe ji mirinê re razandine. Ji bo pergala komara demokratîk jiyanek aştiyane û li dijî tecrîdê ketine grevê. Birêz Ocalan tam 20 sal in di bin tecrîdê de li Îmraliyê tê girtin. Ji bo pergala serdest û faşîst biparêzin 20 sal in tecrîdê pêk tînin. Ger ku darbe li dijî siyaseta demokratîk û parlemento pêk hatibe sedema wê tecrîd e. Ger ku vîna gel bi destê qeyûman hatibe xespkirin sedema wê israra îktîdara serdest a tecrÎdê ye. Hebûna xwe li ser tecrîdê ava dikin. Her roj ger ku jin li kolanê tên qetilkirin û rastî tacîzê tên sedema vê yekê tecrîd e. Ger ku her roj xwarina li ser siframeya me kêm dibe sedema wê tecrîda aborî ye. Ger ku medya û raman ne azad be sedema wê pergala tecrîdê ye. Ger ku bi hezaran xwendekarên zanîngehê betal in û kedkar îxrac dibin sedema wê tecrîd e. Pergala tecrîdê cureyekî rêveberiyê ye.”

Bûldan, da zanîn ku cesareta li dijî tecridê roj bi roj mezin dibe û wiha berdewam kir: "Ji bo em welat ji bin tecrîdê derxin divê em hemû kes destê xwe bidin hev û pergala demokratîk mezin bikin û pêş bixin. Em ê bi hev re vê yekê pêk bînin. Em ê vê yekê bi berxwedana Leyla, Sabahat û Tuncel pêk bînin. Em ê bi cesareta çalakgerên di grevê de pêk bînin. Ev cesaret her roj pêl bi pêl mezin dibe û belav dibe. Em qet û qet li dijî maşîneyên we yên zirxî gavan paşve navêjin. Em tu carî natirsin. Em hevrêyên Leyla ne. Em mafdar in. Emê tecrîdê bişkînin û bi hev re bi ser bikevin.

ÊRÎŞÊN AKP’Ê

Bûldan, bal kişand ser êrîş û tundiya AKP'ê û wiha lê zêde kir: "Her ku mafdariya me dibînin bêtir êrîş dikin. Her ku dibînin di sindoqan de bi ser nakevin bêtir êrîş dikin. Di protestokirina tecrîdê de dora parlamenterên me dorpêç kirin. Hem êrîşî wekîlên me kirin û heta êrîşî zarokan kirin. Li wanê 3 zarok êşkence kirin, serê wan xistin klozetê. Li Enqereyê polîsan li ber çavan tacîzî Merve Demîrel kirin. Midûriyeta polîsan li vê tacîza şerma cîhanê xwedî derketin. Vê wêrekiya xwe ji îktîdarê digirin. Niha rewşa ku Tirkiye hatiye ev e. Ev bi destê îktîdarê hatiye vî halî. Yên ku ev tacîz pêk anî, diparêzin û piştgiriyê didin em bi tundî şermezar dikin. Di rojên dawî de bi sedan hevalên me hatin destgîrkirin. Bi dehan hevalên me hatin girtin. Hevserokê partiya me yê Mêrdînê Alî Sîncar hat girtin. Hevşaredara me ya Agirî, Hevserokê Colemergê hatin girtin. Otobusên me yên hilbijartinê hatin rawestandin. Mêvanên me di ketina Enqereyê de hatin astengkirin. Herî dawî li Antalyayê Cîzre Spor rastî êrîşa nijadperest hat. Ev polîtîkayên dijminantiya Kurd e. Ev operasyon hişê êrîşê ye. Îktîdara AKP'ê beriya hilbijartinê dîsa ev êrîş xistine meriyetê. AKP'ê tirs û tundî kiriye stratejiya hilbijartinê. Li hemberî me seferber bûne. Bi şev û roj li kolanan û di televîzyonan de HDP'ê dikin hedef û êrîş dikin. Heqaret, çêr gef û her tiştî li dijî me pêk tînin." 

AKP DITIRSE

Bûldan, bal kişand ser tirsa AKP'ê û wiha pêde çû: "Sedema îktîdarê ku ew qas êrîş dike tirsa windakirinê ye. Her ku HDP'ê dibînin 7'ê Hezîranê tê bîra wan. Ji ber ku naxwazin gel bi ser bikevin û vîna gel li sindoqan neyê dîtin propaganda reş dikin. Tiştekî ku ji gel re bêjin tune ye. Dizî, xizanî sefalet di asta herî jor de ye. Wekî hilbijartinên berê dixwazin bi tirsê dengan kom bikin. Em li vir dipirsin buhayê pîvaz, kartolan ma HDP'e zêde kiriye? Ma HDP'ê Tirkiye xist çirava Sûriyeyê? Ma HDP'ê Tirkiye mohtacî IMF'e kir? Her kesî li vî welatî wekî terorîst îlan dikin û bêyî şerm bikin diçin deng ji wan dixwazin. Ger ku AKP winda bike, berî her diştî wê pêşiya demokrasiya radîkal vebe. Ev gel û ev civak û hemû beşên civakê yên demokrasiyê dixwazin her kes wê bi ser bikevin.Yên ku ji 6 milyon kesan de dibêjin terorîst wê têk biçin. Yên ku mirovan mahkûmî dora tanzîmê dikin wê têk biçin. Em ê vê yekê bi hev re bi ser bikevin. Em ê li Ege, Marmara, Karadenîz û li her derê bin. Em di 31'ê Adarê de 7'ê Hezîranê bidin jiyîn. Em bi şev û roj bixebitin. Em li hemû malan bigerin. Kolan, gund navçe û bajaran bi destê her kesî bigirin. Em li vê vînê xwedî derkevin.”