Bûldan: Bêyî HDP tu kes nikare hilbijartinê qezenc bike
Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan got, “Em îddîa dikin, ji niha û şûnde li tu dera Tirkiyeyê bêyî HDP’ê tu kes nikare hilbijartinê qezenc bike.”
Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan got, “Em îddîa dikin, ji niha û şûnde li tu dera Tirkiyeyê bêyî HDP’ê tu kes nikare hilbijartinê qezenc bike.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, bi parlamenterên partiya xwe re Rêxistina HDP’ê ya Îdirê ziyaret kir.
Bûldan di serdana xwe de daxuyanî da çapemeniyê û wiha got: “Di 4’ê Mijdarê de wekîltiya Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û bi dehan parlamenterên me betal kirin. Piştî 4’ê Mijdarê, darbeyên siyasî dewam kirin. Hem êrîşî şaredariyên me kirin û hem jî êrîşî wekîlên me kirin. Îro salvegera 7’ê Hezîranê ye. Gelên Tirkiyeyê baş dizanin ku, 7’ê Hezîranê hêviyên mezin dan gelên Tirkiyeyê.”
Buldan, bal kişand ser hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an û wiha bilêv kir: “Darbeya yekemîn di hilbijartina 7’ê Hezîranê de kirin. Di hilbijartina 7’ê Hezîranê de, serkeftina HDP’ê hezm nekirin û hilbijartin betal kirin. Di 1’ê Mijdarê de carek din welat ber bi hilbijartinê ve birin. Gelo çi bû? HDP’ê cardin qezenc kir. Gelo çibû? HDP’ê hilbijartin cardin winda nekir. Dûre di hemû hilbijartinan de HDP bû hêvî. Bû bendera hemû gelên Tirkiyeyê.”
Bûldan, qala hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê jî kir û wiha got: “Ligel hemû astengiyan, xesp û qeyûman jî, me hevşaredariya gelek bajaran qezenc kir. Hilbijartina Stenbolê di dîroka Tirkiyeyê de yekemîn bû. Li dijî faşîzmê, li dijî êrîşan, li dijî tundiyê, li dijî tunehesibandinê, li dijî înkar û êrîşan, em bi hêzên demokratîk re ketin hilbijartina 23’yê Hezîranê. Ger HDP nebûya wê li Stenbolê, Enqere, Antalya û Mêrsînê kesekê qezenc nekiriba. Em îro jî îdîa dikin ku ger HDP tunebe wê kes hilbijartinê qezenc neke.”