Buldan: Barzanî li Hewlêrê hemû derî li rûyê me girtin
Buldan: Barzanî li Hewlêrê hemû derî li rûyê me girtin
Buldan: Barzanî li Hewlêrê hemû derî li rûyê me girtin
Parlementera BDP’ê ya Îdirê Pervîn Buldan ji Serokê Herêma Federal ya Başûrê KUrdistanê Mesûd Barzanî ku got, ew “ji bo aştiyê” hatiye Amedê bersiva “Te duh li Hewlêrê hemû rê li rûyê me girtin” da.
Parlementera BDP’ê Buldan di hesaba xwe ya Twitterê de da diyarkirin ku, “Birêz Barzaniyê ku dibêje ew ji bo piştgirîdayîna pêvajoya aştiyê hatiye, duh li Hewlêrê hemû derî li rûyê me girtin.”
Buldan aşkera kir ku, “Dema ku em çûn Qendîlê li hemû noqteyên lêgerînê wesayîta me rawestandin û bi demjimêran lêgerîn pêkanîn.” Buldanê got: “Sirri Sureya Onder negirtin salogan VIP’ê. Li derî jî wesayît nedanê. Li mînîbusa Cizîrê siwar bû û derbazbû.”