Bûldan: AKP li ber ketinê ye!

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû Rihayê. Bûldan li navçeya Bêrecûkê axivî û got; “AKP li ber ketinê ye.”

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li navçeya Bêrecûk a Rihayê bi gel re civiya. Bûldan got, 24’ê Hezîranê ji bo Tirkiyeyê dîroka qederê ye.

24’Ê HEZÎRANÊ WÊ QEDERÊ DIYAR BIKE!

Bûldan wiha axivî;

“24'ê Hezîranê ji bo Tirkiye roja qederê ye. Gelê Kurd, Ereb, Turkmen, Laz, Çerkez û hemû pêkhateyên li Tirkiye wê piştî 16 salan qedera xwe diyar bikin. Îktîdara 16 salan ji bilî zilmê tiştek ji bo gelê Tirkiye neanî. 24'ê Hezîranê wê bibe roja dawî ya vê zilmê. Îktîdara AKP'ê di 16 salan de tenê xizmên xwe dewlemend kir û pere bi wan da qezenckirin.

Riha li gel ku axa bi bereket e,  xizanî û betalî li ser gelê Rihayê ferz kirin. Ji ber vê yekê gelê Rihayê neçar bûn ku koçî metrepolan bikin û karê xelkê bikin.

ÊRÎŞÊN NÎJADPEREST

Hêj duh li Enqere ji ber ku Kurd bûn 2 ciwanên Kurd rastî êrîşa nijadperestiyê hatin. Ev êrîşa nijadperest encama hişmendiya polîtîkayên AKP'ê ye.  Her çend ew bi vê hişmendiyê bixwazin gelan ji hev qut bikin jî em ê tu carî ji hev qut nebin. Em û gelên din em ê her dem li ser vê axê di nava aştiyê de bi hev re bijîn. Bi partiya ku dijminantiya Kurdan dike re mil xistine hev û li dijî Kurdan bûne tifaq. Me komkujiya Roboskê, Komkujiya Pirsûsê dît. Em tu carî van komkujiyan ji bîr nakin û nadin jibîrkirin.

EM Ê HESABÊ KOMKUJIYAN BIPIRSIN

Ji ber ku komkujiya Pirsûsê nehat ronîkirin, piştî wê li Enqere komkujî pêk hat. Ji ber ku komkujiya Enqereyê nehat ronîkirin îro mirov tên kuştin. Em ê kuştina her zarok, kal û pîrî ji hikûmeta AKP'ê bipirsin.  Dibe ku ew jiyanek wisa bispêrin, lê em dibêjin heta ku hûn înkar bikin û hûn Kurdan tune bikin, Kurd wê bibin yek û wê bersîva herî xurt di 24'ê Hezîranê roja hilbijartinê de bide. Wan em nas nekirin. Wan em nedîtin û nebihîstin. Ji ber ku em nedîtin ceza li wekîlên me birîn. Wekîltiya Osman Baydemîr, Îbrahîm Ayhan û Dîlek Ocalan xistin. Dibe ku wan wekîltiya wekîlên me xistibin, lê îro bi milyonan Ocalan, Ayhan û Baydemîr hene. Dibe wan wekîlên me xistibîn, lê em dê di 24'ê Hezîranê de îktîdara wan bixin.  Wan xwest ala DAIŞ'ê li ser vê axê bilind bikin. Lê gelê Kurd destûr neda vê yekê û wê tu carî destûr nede. 13 roj şûnde gelê Kurd wê ji AKP'ê û Erdogan xelas bibe. Wan derbarê hemû hewldanên aştiyê de înkar kirin. Aştî nas nekirin.

Niha li ser birêz Ocalan ê di têkoşîna aştiyê de kedek mezin heye tecrîda giran heye. 3 sal in agahî ji Birêz Ocalan nayê stendin. Em soz didin em ê di 24'ê Hezîranê de tecrîda li ser Birêz Ocalan bi hev re rakin.  Tu sûcê Birêz Demîrtaş tune, lê îro wekî dîl tê girtin. Dibe ku wan dîl girtibe, lê îro li Tirkiyeyê bi milyonan Selahattîn Demirtaş hene û hemû ji bo wî xebatê dikin. Niha bi hezaran hevalên me, hevşaredar, wekîl û rêveberên me neheq girtî ne. Îro hemû walî, qeymeqam û erkdarên dewletê li gel AKP'ê li gundan li dengan digerin û ji bo mirov dengê xwe bidin AKP'ê gefan li mirovan dixwin. Em dibêjin li şûna gefan bila mirov bi dildarî bi we hev girêdayî bin.

BI TEQEZ EM Ê SERBIKEVIN

HDP hevî û baweriya vî welatî ye. Em soz didin ku piştî 24'ê Hezîranê wê her tişt bi HDP'ê biguhere. Her tişt bi HDP'ê xweşik û aram bibe. Em dizanin gelê li ser vê axê her dem li dijî neheqiyê li ber xwe daye û wê dîsa li ber xwe bidin. Em dibêjin dema hûn çûn ser sindoqê destê xwe bidin ser wijdanê xwe û dengê xwe bidin. Dema we we deng da Osman Baydemîr, Dîlek Ocalan, Îbrahîm Ayhan, Girtiyên zindanan û Demîrtaş ji bîr nekin. Ger ku em bawer bikin em ê bi ser bikevin. Tu kes nikare me ji têkoşîna me paşve vegerîne. Ev têkoşînek mezin, bi rûmet e. Em li dengê xwe namzetên xwe û sindoqan xwedî derkevin. Baweriya min a ji bo gelê Rihayê temam e. Em ê an bi ser bikevin an bi ser bikevin. Teqez em ê bi ser bikevin. An serkeftin An Serkeftin. An azadî an azadî.”