Bûldan: Çareserî bi têkoşîna gelên Tirkiyeyê dibe

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan serdana EMEP'ê kir. Bûldan diyar kir ku çareserî bi desthilatdariya AKP'ê nabe û got, "Eger pêvajoya çareseriyê wê bibe, ev jî wê bi têkoşîna gelên Tirkiyeyê bibe."

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan tevî heyeta pê re, di çarçoveya kampanya "Destpêkê edalet" de serdana Partiya Kedê (EMEP) kir. Heyeta HDP'ê ya bi serokatiya Bûldan ji aliyê Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz û rêveberên partiyê ve hate pêşwazîkirin.

Bûldan di dema serdanê de bernameya partiya xwe ya têkoşînê eşkere kir û anî ziman ku ji 1'ê Sibatê ve dest bi serdana partiyên muxalefetê kiriye. Bûldan got, "Li vî welatî pêwîstiya her kesî bi edaletê heye. Ne tenê li HDP'ê û Kurdan, li vî welatî neheqî li her kesî tê kirin. Piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê, AKP'ê ev yek ji xwe re kir firsend û bi biryarnameyan dest bi rêvebirina welêt kir, bêedaletiyeke mezin li welêt belav kir."

Bûldan destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd û aştiya civakî ji pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê ne û got, "Pêwîstiya vî welatî bi aştiya civakî heye. Em zanin ku aştiya civakî jî bi feraseteke ku neheqiyê li Kurdan, Elewiyan, Ermeniyan, Suryaniyan û jinan dike, pêk nayê. Eger hewl bidin pirsgirêkan bi rêya operasyonên leşkerî çarese bikin, wê pirsgirêk çawa biqedin? Eşkere ye ku pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên ewlekarîperestiyê çareser nabe. Bi salan ev yek hate ceribandin. Lê belê hîn jî di heman feraset û rêbazê de israr dikin. Ev yek jî nîşan dide ku naxwazin li vî welatî pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Eger tê xwestin ku li vî welatê pirsgirêk bi rastî jî bê çareserkirin, mînakên vê hene; pêvajoya ku me jê re 'pevajoya çareseriyê' got, bûyerên di sala 2012'an de qewimîn wê ti carî ji bîra mirovan neçe. Wê demê li vî welatî kes nehate kuştin, dayik negiriyan, darbest neçû ber deriyê kesî. Ev yek ji bo me girîng e û em dibêjin ku divê bi vê yekê dewam bikin. Bêguman em qala pêvajoyeke çareseriyê nakin. Her wiha em zanin ku bi AKP'ê re pêvajoyeke çareseriyê jinûve nikare destpê bike. Li vî welatî eger pêvajoyeke çareseriyê wê ji nû ve dest pê bike ev jî tenê bi têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê dibe."

Bûldan tevî heyeta pê re wê piştre serdana Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) bike.