Bulbul: HDP li Entalya wê bi ser bikeve

Namzetê Rêza 1’ê yê HDP’ê yê Entalyayê Kemal Bulbul, ‘’Niha peywira me ya civakî û siyasî û berpirsyariya me ya dîrokî ew e ku em vê rejîmê biguherin û desthilatdariyê birûxînin.’’

Yek ji devera ku HDP li Behra Spî lê xwedî îdîayekê ye Entalya ye, li Entalyayê ku nifûsa Kurdan lê xilbe ye xebatên hilbijartinê bi rengekî geş didomin.

Namzetê HDP’ê yê Entalyayê, yê rêza pêşîn Kemal Bulbul e, ku Bulbul berê Seroktiya Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal (PSAKD) kiriye. Bulbul her wiha yek ji damezirînerê Egît Sen, Egîtim Sen û KEKS’ê jî bûye. 1996’an ji mamostetiyê îstîfa dike û li HADEP’ê dest bi siyaseta aktîf dike. Li Enqerê Seroktiya Bajêr a HADEP’ê kiriye û her wiha xebatên çapemeniyê yên Navenda Giştî ya HADEP’ê kiriye.

‘BI AKP’Ê RE POLÎTÎKAYÊN ZILM Û ZORDARIYÊ ZÊDE BÛN’

Bulbul bal kişande ser firazeya 16 salan a desthilata AKP’ê û got, ‘’Di pêvajoya 16 salan de hêla wan nîjatperest, înkarê, zordariyê, zilmê û komkujiyê derkete holê. Niha li Tirkiyê hemû dînamîkên civakê hatine çewisandin û bêdengkirin. Li dijî van divê em projeyekê deynin.’’

‘EM DIKARIN PERDEYÊ BIKOŞÎNİN SER REJÎMÊ’

Bulbul darbeya AKP’ê ya hilbijartina 1’ê Mijdarê bi bîr xist û got, ‘’Li gel vê jî HDP’ê bend derbas kir. Dest li ser hemû şaredariyan danîn, hemû çapemenî li me hate girtin, li kuçe û kolanan tim kirinên nîjatperest, înkarkir, yekparêz, faşîst li ser me ferz kirin. Li vir jî pêdiviyeke wiha derdikeve holê. Civaka Tirkiyê a rast li derveyî dewletê xwedî potansiyeleke siyasî, xwedî xawên û çandeke dîrokî ye’’ û pir çand, pir baweriya li nav Tirkiyê û Kurdistanê destnîşan kir.

Bulbul her wiha got hemû nasnameyên etnîk û baweriyê bi hev re wê siberojên ronak ava bikin û domand, ‘’24’ê Hezîranê em ê dawî li rejîma yek kesî bînin. Di vê qonaxê de dive her kesek, her koma pîşeyê, her dînamîka civakî divê pir xwêdanê birijîne. Heke em nirxê dîrokî yê civak Elewî ya demokratîk û şoreşger, êşa Ereb, Sûryan, Ermenan û nirxên ji van êşan derketin holê bihiînin hev em ê bikaribin perdeye bikişînin ser rejîmê û tehfekê lê bixin.’’

‘DIVÊ EM DAWÎ LI HIŞMENDYA NÎJATPEREST BÎNIN’

Bulbul bal kişande ser bernameya pewerdehiyê Tirkiyê û got, ‘Divê em bernameya nîjatperest û paşverû ya perwerdehiyê biçirînin û bavêjin’’ û domand, ‘’Her roj jinên ku li kuçeyan têne kuştin, ji bo ku azadiya xwe bi dest ve bînin divê êdî em dawî li hişmendiya zilam serwer a nîjatperest bînin.’’

 ‘EM Ê PLANA WEKHEVÎ, AZADÎ Û DADMENDIYÊ PÊK BÎNIN’

Namzetê HDP’ê Bulbul zext û zordariya AKP’ê ya li ser civakan bi bîr xist û got, ‘’Tişta ku bi ser Elewian de, bi ser Kurdan û kedkaran de anîn me hemûyan bi hev re dît. Wê bi ehmeqî be ku mirov ji vê desthilatdariyê hêvî bike. Ti tiştekî ku ev desthilatdarî bide me tine.’’ Bulbul got, ‘’Em meşru ne, bawer dikin, em ê vê desthilatdariyê bişînin û di pêvajoya pêş de li pê re pê re plana wekhevî, azadî û dadmendiyê pêk bînin.’’

 ‘ELEQEYEKE ZÊDE JI BO ME HEYE’

Bulbul li ser pirengiya Entalyayê got yek ji wan bajaran e ku taybetmendiyê Tirkiyê destnîşan dike û got, ‘’HDP avaniya pir nasname û pirçandiya Tirkiyê temsil dike. Ji bo vê jî Entalya ji bo me bajarekî pir rehet e ku em bikaribin hîtabî wê bikin. Bajarekî wiha ku em ji temsîlkirina wê birûmet in. Di xebatên qadê û lêkolîna cameweriyê de me dît ku li Entalyayê em ji 1 wekîlî zêdetir dikarin derxin. Dema ku ez hatim vir ez tenê hatim lê ez ê tenê venegerim Enqerê. ‘’