Buhayê xurekê zêde dibe, enflasyon bû 11.77 ji sedî

Li gorî daneyên TUÎK'ê, di meha Tebaxê de buhayê mezêxer bi 0.86 ji sedî zêde bû. Enflasyona salane jî bûey 11.77 ji sedî.

Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên enflasyonê yên meha Tebaxê eşkere kir. Li gorî vê yekê endeksa buhayê mêzeran (TUFE) ya salane bûye 11.77 ji sedî. Mehane 0.86 ji sedî zêde bûye.

Li gorî heman meha sala derbasbûyî, komên ku buhayên xwe zêde bûne; xizmet û malên cuda bi rêjeya 26.99 ji sedî, tenduristî bi rêjeya 14.68 ji sedî û xurek û vexwarinên bêyî alkolê bi rêjeya 13.51 ji sedî.

Hate ragihandin ku buhayê 273 cureyên xurekan zêde bûye. Herî zêde buhayê xiyar, lîmon, bacan, kundir, fasûlye û sîrê zêde bûne.