Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Buhayê kartolan ji sedî 37 zêde bû

Meha Gulanê tiştê ku buhayê wê herî pir zêde bû, kartol e. Ji sedî 37,1 zem hat ser kartolan.

Saziyan Daneyan a Tirkiyeyê (TUÎK) a girêdayê hikûmeta AKP-MHP’ê, enflasyona meha Gulanê eşkere kir. Li gor daneyan, tiştên ku herî pir buha bûne, kartol in.

Kartol meha Gulanê ji sedî 37,1 zêde bûne. Li gor daneyên TUÎK’ê, cil û bergên zarokan ji sedî 18,87, cil û bergên mêran ji sedî 15,51, cil û bergên jinan jî ji sedî 10,56 buha bûne.

Meha Gulanê otel û pansiyon ji sedî 10,5 buha bûne, fêkiyên teze ji sedî 10,04, xizmeta xwarinê ji sedî 7,54, ger û geştên paket ji sedî 7,07, vexwarin ji sedî 6,51, heywanên bi per û bask ji sedî 6,17 zêde bûne.