'Budçe divê ji aliyê zayendiya civakî ve hesas be'

'Budçe divê ji aliyê zayendiya civakî ve hesas be'

Doçent Doktor a Alîkar Melda Yaman Ozturk, Pêşnûme Qanûna Budçeya 2015'an a li Meclîsê nirxand û destnîşan kir, ku armanca budçeya ji aliyê zayendiya civakî ve hesas, xurtkirina wekheviya jin û mêr û kêmkirina newekheviyê ye. Divê budçe bi nêzîkatiyeke bi vî rengî were amadekirin.

Li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclîsê, danûstandinên li ser Pêşnûme Qanûna Budçeya sala 2015'an dewam dikin. Ji kedkarên buro heta kedkarên tenduristiyê ji her beşên civakê, nerazîbûn li hemberî budçeya hikûmetê heye.

Ji Zanîngeha 19 Mayisê Alk. Doç. Dr. Melda Yaman Ozturk Pêşnûme Qanûna Budçe ji ANF'ê re nirxand û diyar kir ku di pêşnûmeya budçeya nû de, ji bo xurtkirina jinê û sivikkirina barê lênêrînê yê li ser milê jinê, nêzîkatiyek cih nagire.

Ozturk bibîr xist, ku armanca budçeya ji aliyê zayendiya civakî ve hesas, xurtkirina wekheviya jin û mêr û kêmkirina newekheviyê ye û anî ziman, ku budçe bi vê nêzîkatiyê nehatiye amadekirin.

Alk. Doç. Dr. Melda Yaman Ozturk da zanîn ku hikûmeta AKP ev demeke dirêj e di bin navê "alîkariya civakî" de budçeyeke cdî vediqetîne û got, "Li şûna ku çavkaniyên budçeyê di bin navê alîkariya civakî de bên belavkirin, divê weke polîtîkayeke civakî ya her kes bi awayekî wekhev jê karibe sûdê werbigire, bê destnîşankirin."

Ozturk ji bo alîkariya pere ya ji jinên li nava malê li mirovên seqet û extiyar dinêrin dike got, "Divê baş were nîqaşkirin ku polîtîkayên bi vî rengî jinê xurt dike yan na. Lê ev hatine, ji bo malên xizan gelekî girîng e."

'WEZARETÎ POLÎTÎKAYÊN MALBATÊ XURT DIKE, DIMEŞÎNE'

Doçent Doktor a Alîkar Melda Yaman Ozturk ji bo budçeya Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê got, "Mîna ku ji navê wezaretê yê hatiye guhertin jî tê fêmkirin, li şûna polîtîkayên ji bo xurtkirina jinê, polîtîkayên xurtkirina malbatê tên meşandin."

Ozturk da zanîn ku projeya "Malbata Xurt Civaka Kurd" a Şaredariyan, sempozyûma "Rêveberiyên Herêmî û malbatê" ya AKP'ê û xebatên "Dibistanên Zewacê" yên Şaredariyan, bi armanca xurtkirina malbatê tên kirin û anî ziman ku gotinên Erdogan ên "sê yan jî pênc zarok" yek ji polîtîkayên bingehîn ên vê projeyê ye.

Ozturk bal kişand ser girîngiya budçeya ji aliyê zayendiya civakî ve hesas û got, "Ev budçe bi pêkanîn û polîtîkayên xwedî armancên xurtkirna jinê, dikare bikeve meriyetê. Ji bo vê yekê jî, ji xebitandina jinê heta xurtkirina cihê jinê li qada kar, ji sivikkirina barê lênêrînê yê li ser milê jinê heta zêdekirina saziyên kreş û lênêrînê, ji bicihkirina tedbîrên pêşîgirtina li tundiya li hemberî jinê heta zêdekirina hejmara stargehan, pêwîstî bi gelek sererastkirinan heye. Dema ev neyên dîtin, hişyariyên tên kirin hingî bêbingeh dimînin. Polîtîkayên neolîberal ji xwe destûrê nadin vê."

Hîndekara Zanîngeha 19 Mayisê Yaman Ozturk da zanîn, ku girîng e di her qonaxên budçeya ji aliyê zayendiya civakî ve hesas de, jin û rêxistinên jinan cih bigirin û daxwazên jinan li ber çavan werin girtin. Ozturk got, "Ji bo ji holê rakirina newekheviya zayendî, girîng e li gorî pêwîstiyên cuda yên jinan, budçe bê sererastkirin."