BTK’ê malpera dîhaberê asteng kir
Saziya Teknolojiyê yên Agahiyê û Ragihandinê (BTK), navnîşana dîhaber.net a ku dîhaber li ser weşanê dike asteng kir.
Saziya Teknolojiyê yên Agahiyê û Ragihandinê (BTK), navnîşana dîhaber.net a ku dîhaber li ser weşanê dike asteng kir.
Saziya Teknolojiyê yên Agahiyê û Ragihandinê (BTK), navnîşana dîhaberê ya dîhaber.net'ê asteng kir.
Ji bo malpera dîhaber a hat astengkirin wiha hat gotin: "Li gor Qanûna Jimare 5651'ê di encama vekolandina teknîkî û nirxandina huqûqî de, di derbarê vê malpera înternetê (dihaber.net) de ji aliyê Saziya Zanîsta Teknolojî û Ragihandinê ve ji 03/04/2017'an ve wê TEVDÎRA ÎDARÎ bê sepandin."
BTK, bi heman biryarê 4 caran navnîşana înternetê ya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê, malpera Sendîka.org jî 17 caran asteng kiribû.