Brîsard: Terorîst bi pasaportên Tirkiye derbasî Rojava dibin

Pisparê terorê yê navneteweyî Jean- Caharles Brîsard ê ku daxuyaniyek ji bo komîteya terorê ya Parlemtoya Ewropayê kir, anî ziman ku cîhadîst bi pasaportên Tirk derbasî Ewropa dibin.

Li gorî nûçeya di Rojnameya Experes a Îngilîz de cih girtî, Pisparê terorê yê navneteweyî Jean- Caharles Brîsard ê ku daxuyaniyek ji bo komîteya terorê ya Parlemtoya Ewropayê kir, destnîşan kir ku gelek cîhadîst di bin navê tursîtan de weke ji bo derbasî Ewropayê bibin pasaportên Tirkan bikar tînin.

Brîsard, ji bo xwe gihandina Ewropayê Bûlgarîstan û Macararîstan yek ji welatên ku ji aliyê cîhadiyan ve tên bikaranîne.

Brîsard got: “Ji ber kontrolkirina koçberan çeteyna serî li rê û rêbazên nû dane” Brîsard wiha pêde çû: “Li Tirkiyeyê kes û rêxistinên ku pasaportên dizî yan sexte bi dest dixin hene, ev kom bi taybet li rêya Bûlgarîstan û Macarîstanê di bin navê turîzmê de van pasaportan bikar tîne û derbasî Ewropa dibin.Ev rêyeke nû ye ku ji bo derbasî Ewropa bibe ye tê bikaraîn.”

Brîsard anî ziman ku divê her welat ji bo pêşî li van kiryaran bigre û divê pêkanînên nû bikar bîne û ji bo vê mijarê wê ji ‘polîtîkayeke hevpar’ ne bi bawer bin.