Bosna-Hersek ji bo DAÎŞ’iyan wê kampekê ava bike

Çeteyên DAÎŞ’ê yên ku hemwelatiyên Bosna Hersekê ne û di destê QSD’ê de ne hikumeta Saraybosnayê nizane wê wan çawa bike. Hikumet dixwaze wan li kampeke serê çiyê bi cih bike.

Bosna Hersek ji ber ku di şerê navxweyî yê Yûgoslavyayê de xwedîtî li komên radîkal ên Îslamî vekiribû, herî zêde ji vê derê beşdariyên ji bo nav DAÎŞ’ê pêk tê.

Tevî jin û zarokan, herî kêm 100 endamên çeteyan di destê QSD’ê de ne. Li gorî çapemeniya Bosna Hersekê ev hejmar derdora 200’an e.

Rayedarên hikumeta Saray Bosnayê diyar dikin ku ew bi tena serê xwe nikare vê meseleyê çareser bikin û divê di qada navneteweyî de gav werin werin avêtin.

Wezîrê Parastinê Dragan Mektîc diyar kir ku divê çeteyên DAÎŞ’ê yên ku endamên wan in, werin darizandin û şanseke din bidin malbatên çeteyan. Hikumet dixwaze kampeke taybet ji wan re ava bike. Hirvatistan û Sirbistan naxwazin ku ev kamp li ser axa wan were avakirin.

Ji ber ku Bosna Hersek her dem piştgirî dida Erdogan DAÎŞ li vê derê xurt bû. Di demên dawîn de dewleta Tirk pereyan dişîne ji Bosna Hersekê û AKP dixwaze li ser mîrateya Osmaniyan herêmê ji nû ve dîzayn bike.

Di heman demê de AKP li Bosna Hersekê partiyeke nîjadperest a bi navê BPS’ê ava kiriye. BPS logo û rêziknameya xwe jî ji AKP’ê stendiye.