Bombeya Bostonê ji kuşxaneya bi deng hatiye çêkirin
Bombeya Bostonê ji kuşxaneya bi deng hatiye çêkirin
Bombeya Bostonê ji kuşxaneya bi deng hatiye çêkirin
Buroya Lêkolînê ya Federal a Amerîkayê FBI, di encama lêpirsîna ku meşand de tesptî kir ku bombeya duh li Bostonê hatiye teqandin, ji teqemeniyeke ku bi destan hatiye çêkirin û di hundirê kuşxaneya bi deng de hatiye bicihkirin, hatiye îmalkirin.
Sîxurê taybet yê FBI’ê Rîchard DesLaurîers, di daxuyaniya ku da çapemeniyê de destnîşan kir ku, teqemenî di hundirê kuşxaneya bi deng de hatiye bicihkirin û her wiha hundirê kuşxaneyê bi bizmar û parçeyên hesin tije kirine. DesLaurîers da zanîn ku, lêpirsîn hêj di pêngavên destpê de ne û got, hêj kesî êrîş negirtiye ser xwe û hate diyarkirin ku, ew di êrîşê de her cure îhtîmalê dinirxînin.
Assocîated Press di nûçeyeke ku li gorî çavkaniyeke girêdayê lêpirsînê weşand de destnîşan kir ku, di bombeya di kuşxaneya bi deng ya 7.2 lîtreyî de hatiye bicihkirin, bizmar û parçeyên hesin hatine bikaranîn. Çavkaniyan da zanîn ku, bombe li çenteyên reş yên mil hatibû bicihkirin û wisa danîne erdê.