Boksorê Kurd Ozen di sikleta navîn de bû şampiyonê parzemînan
Di têkoşîna ji bo şampiyona sikleta navîn a parzemînan de Boksorê Kurd Îsmaîl Ozen hevrikê xwe têk bir û bû şampiyon.
Di têkoşîna ji bo şampiyona sikleta navîn a parzemînan de Boksorê Kurd Îsmaîl Ozen hevrikê xwe têk bir û bû şampiyon.
Boksorê Kurd ê ji Dersîmê dabû xuyakirin, ku ew ê hatineyê vê maçê bide malbatên Cizîr, Sûr û Geverî.
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, pêşbirka şampiyoniya parzemînan a sikleta navîn hat lidarxistin. Di maça fînalê de Boksorê Kurd Îsmaîl Ozen hevrikê xwe têk bir û bû şampiyon.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û gelek Kurdistaniyan li maça Ozen ê Dersîmî temaşe kirin. Şampiyonê Elmanya Ozen, li ber dirûşma "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK" dest bi maçê kir, bi performanseke serketî hevrikê xwe têk bir û bû şampiyon.
Ozen di dema berxwedana Kobanê de tevlî nobeda berxwedanê ya li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê bûbû û malzemeyên xwarinê yên ji 20 tonî li Kobanêyiyan belav kiribû. Her wiha dabû xuyakirin, ku ew ê beşeke mezin a hatineyên ji Şampiyoniya Ewropayê bi dest xistiye, bide zarokên Kobanê.
Ozen vê carê dabû xuyakirin ku ew ê hatineyên vê maça Şampiyoniya Parzemînan bide malbatên Cizîr, Sûr û Geverî.