Boko haram li Nîjeryayê 48 masîfiroş qetil kir

Boko haram li Nîjeryayê 48 masîfiroş qetil kir

Dûvikê El Qaîdeyê yê li Nîjeryayê rêxistina Boko Haram, 48 masîfiroş qetil kir. Komkujiya li herêma nêzî gola Çadê rû da, ji aliyê Komeleya Masîfiroşan ve hat ragihandin.

Rêxistina Boko Haram a li Nîjeryayê, 48 masîfiroş qetil kir. Ji Komeleya Masîfiroşan rayedarek ji AFP'ê re axivî û got, "48 kesên li bakurê welêt bi firotina masiyan debara xwe dikirin, hatin kuştin."

Rayedarê komeleyê Ebûbekîr Gamandî got, "Bi dehan endamên Boko Haram, rêya gundê Doron Baga girtin. Li vê derê, bi dehan masîfiroşên ku ji wergirtina masiyan çûbû Çadê, qetil kirin."

Rayedarê komeleyê diyar kir ku endamên Boko Haram, konvoya ji masîfiroşan li qadeke 15 kîlometre dûrî gund sekinandine.