Bogdu bi pênc guleyan hate qetilkirin

Bogdu bi pênc guleyan hate qetilkirin

Rapora otopsî ya belavkarê rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bogdu ku vê sibê li Edeneyê di encama êrîşeke çekdarî de hate qetilkirin, hate aşkerakirin. Li gorî raporê, Bogdu bi pênc guleyan hatiye qetilkirin.

Rapora otopsî ya cenazeyê xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bogdu, ku li Taxa Şakirpaşa ya navçeya Akdenîz a Edeneyê rastî êrîşa çekdarî hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da hate aşkerakirin. Di rapora ji aliyê Tiba Edlî ya Edeneyê ve hate amadekirin, hate diyarkirin ku 5 gule li Bogdu ketine.

Di raporê de hate diyarkirin ku gule li guhê rast, aliyê rastî yê êrzingê, stû ketine. Hate diyarkirin ku bi giştî 5 gule li Bogdu ketine.

Hate diyarkirin ku guleyên ji laşê Bogdu hatine derxistin, ji bo lêkolînê şande ji dozgeriya Edeneyê re.