Biryara Trump sekinî, îcar wê çi bibe?

Serokê DYA Donald Trump, biryara xwe ya êrîşeke hewayî ya li dijî Sûriyeyê rawestand û danûstandinên xwe yên bi hevalbendên xwe re didomîne. Tê gotin, balafirên keşfê yên DYA li ser herêmên nêzî baregehên Rûs difirin.

Serokê DYA Donald Trump 11'ê Nîsanê gotibû, "fuze tê" û roja 12'ê Nîsanê jî bi Konseya Ewlekariyê ya Neteweyî re civînek çêkir. Trump biryara êrîşa hewayî betal kir.

Berdevka Qesra Spî Sarah Sanders got, "Hê biryara dawî nehatiye dayin." Tevî vê yekê, Donald Trump bi daxuyaniyên xwe nîaşn dide ku ew bi biryar e bikevin nava liv û tevgerê. Pentagonê jî diyar kir ku ew amade ne alternatîfên leşkerî pêşkêş bikin.

GELO TRUMP DIKARE JI BIRYARA XWE VEGERE?

Serokê DYA Trump, rêveberiya beriya xwe ya Barack Obama bi tundî rexne dikir ji ber ku neketiye nava liv û tevgerê. Li gorî hin çavdêran, nabe ku Trump ji biryara xwe vegere. Gelek wekîlên Komarger jî rojên dawî daxuyanî dan û destek dan destwerdaneke leşkerî ya li dijî Sûriyeyê. Yanî, piştî ku gefên Trump xwar, êdî zexta destwerdanê lê tê kirin.

TRUMP BI FRANSA Û ÎNGILÎSTANÊ RE DIAXIVE

Trump danûstandinên xwe yên bi hevalbendên xwe re didomîne. Serkêşên van tifaqan jî Îngilîstan û Fransa ne. Serokê DYA êvara Pêncşemê bi rêya telefonê bi Serokwezîra Îngilîstanê Theresa May re axivî. Li gorî daxuyaniya Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îngilîstanê, li hev hatiye kirin ku gelekî girîng e ku bikaranîna çekên kîmyewî bê bersiv nemîne.

'ÎNGILÎSTAN JI BO DESTWERDANÊ AMADE YE'

Li Londonê jî roja Pêncşemê Konseya Wezîran civîneke awarte kir. Tevlîbûn an jî tevlînebûna li destwerdaneke gengaz a leşkerî ya li Sûriyeyê, mijara bingehîn a vê civînê bû. Li gorî medya rojavayî, ji bo destwerdana li Sûriyeyê destûr hatiye dayin.

MACRON: DI DESTÊ ME DE DELÎL HENE

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî di mijara destwerdana leşkerî de wextek diyar nekir. Macron diyar kir, ku di destê wan de delîlên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Beşar Esad ve hene. Macron da xuyakirin ku bi Qesra Spî re di nava pêwendiyê de ne û got, "Di dema herî guncaw, kêrhatî û bi bandor de em ê biryaran bigirin."

MOSKOWA HEWL DIDE KU RAGEŞIYÊ KÊM BIKE

Moskowa jî hewl dide ku rageşiyê kêm bike. Helwesta Rojavahiyan jî li demeke wiha rast hat ku têkiliya wan a bi Rûsan re ne baş e. Îngilîstanê ji jehrdana sîxûrekî berê yê Rûs Moskowa berpirs dît û gelek welatan helwest nîşan da. Li Sûriyeyê 7'ê Nîsanê bi îdîaya ku çeka kîmyewî hatiye bikaranîn mudaheleya leşkerî anîbû rojevê.

Moskowa li ser encamên êrîşeke pêkan bang li hikûmetên Rojavayî kir da ku 'bi rengekî cidî lê bifikirin'. Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Marîa Zaharova got, "Kesekî ew rol nedaya rêveberên Rojavayî ku hem bibin jendermeyê dinyayê, hem lêpirsê wê, dozger, daraz û celadê wê."

Kremlînê her wiha got, têkilî operasyonên li Sûriyeyê yên DYA'yê û Rûsyayê xeta têkiliya leşkerî vekiriye.

Beşar El Esad jî got, "Çalakiyeke pêkan wê herêmê zêdetir tev bide."

DYA'YÊ BI SER BAREGEHÊN RÛSYA DE BALAFIRÊN KEŞFÊ ŞAND

Her wiha li gorî çapemeniya Rûsyayê Hêza Zeryayî ya DYA'yê bi ser baregehên Rûsya de, yên li Sûriyeyê 7 balafirên keşfê şandiye. Hate gotin, ew balafir li nêzî peravên Sûriyeyê li rojhilatê Behra Spî firiyan. Li herêma ku balafiran keşf kirin baregeha Hmeîminê heye û her wiha baregeha zeryayî ya Tartûsê.

ÎDÎAYA KU 8 TESÎS DI HEDEFA DYA'YÊ DE HENE

Beriya vê agahiyê qenala CNBC'yê xwe sparta jêdereke pê eele û got, DYA'yê li Sûriyeyê 8 tesîs kirine hedef. Di nava van de du baregehên hewayî yên leşkerî, yek navenda lêkolînê û yek jî ya şîrketekê ye ku tê gotin çeka kimyewî lê tê hilberandin.

Her wiha hate gotin keştiya balafiran USS Harry S. Truman Pêrşemê ji baregeha Norfolkê ya Vîrgînîayê veqetiya ye û ber bi Behra Spî ve bi rê ketiye. Li gorî hêza zeryayî ya DYA'yê di nava vê tîma şer de kruvazorên moşek tê de ne û çar destroyer hene.