Biryara Roj, Nûçe û MMC TV hate îtîraz kirin

Biryara Roj, Nûçe û MMC TV hate îtîraz kirin

Biryara Danîmarka ya betalkirina lîsansa Roj TV, Nûçe TV û MMC  hate îtîraz kirin.

Bertekên li hemberî biryara Danîmarka ya betalkirina lîsansa Roj Tv, Nûçe Tv û MMC berdewam dikin û pêvajoya hiqûqî jî didome.

Di çarçoveya 15 rojan ya îtîrazkirina biryarê rêveber û parêzerên Weşana Roj û Mezopotamyayê serî li dadgeha jortir dan û îtîraz kirin. Di derbarê pêvajoyê de Midûrê Giştî ê Roj TV Îmdat Yilmaz agahî dan û diyarkirin ku, bi daxwaza rakirina betalkirina lîsansan û taloqkirina ceza serî li dadgehek jortir dane. Yilmaz diyarkir ku, di pêvajoya hiqûqî de ev pêngava yekeme û anî ziman ku, piştî ew çend rojan ew li benda bersivekê ne.

Yilmaz destnîşan kir ku, ger îtîraz bê qebûl kirin, heta ku pêvajoya dadgehê berdewam bike dê weşan jî berdewam bikin. Eger ji Dadgeha Bilind ya Danîmarkayê biryarek adil dernekeve jî, ew dê doze bibin Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê.

Roja 3’ê Tîrmehê Dadgeha Eyaleta Kopenhagê biryar da û lîsansên weşana şîrketên Roj û Mezopotamya betalkiribûn, ji her şîrketekê re jî 5.2 milyon Kronê Danîmarka ceza lê birî bû.