Biryara FIFA ya li ser Rûsya û Qatarê wê bê lêkolînkirin
Biryara FIFA ya li ser Rûsya û Qatarê wê bê lêkolînkirin
Biryara FIFA ya li ser Rûsya û Qatarê wê bê lêkolînkirin
Îdîayên li ser biryara Yekîtiya Federasyonên Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) ya ji bo organîzasyonên kûpa cîhanê yên 2018 û 2022'an maf daye Rûsya û Qatarê, ku tê gotin, ev biryar 'biguman in', wê ji nû ve bên lêkolînkirin.
Rapora li ser îdîayên bertîlê yên der heqê kûpayên cîhanê yên li Rûsya û Qatarê hat amadekirin, wê ji nû ve di ber çavan re bê derbaskirin. Ev biryar, piştî hevdîtina navbera Serokê Komîsyona Etîkê ya FIFA Hans-Joachim Eckert û hiqûqnas Michael Garcia yê rapor amade kir, hat ragihandin.
Di daxuyaniya FIFA de hat diyarkirin, ku rapora ji 430 rûpelî ya ji aliyê Michael Garcia ve hatiye amadekirin, ji Serokê Komîsyona karên malî kontrol dike Domenico Scala re hatiye ragihandin.
Kûpaya Cîhanê wê di sala 2018'an de li Rûsyayê, di sala 2022'an de jî Qatarê bê lidarxistin. Lê belê piştî vê biryara ji bo Rûsya û Qatarê, gelek welat li dij derketibûn. Yek ji îdîayan ew bû, ku rayedarên Qatarî bertîl dane nûnerên FIFA'yê. Qatar bi taybetî, bi mercên xebatê yên giran ên karkerên koçber, rastî rexneyên tund tê. Hem Rûsya hem jî Qatar di mijara binpêkirina mafên mirovan de, li navenda rexneyan e.