Biryara doza Dînk hate eşkerekirin

Bi hinceta ‘dem boriye’ ya li ser dosyaya doza erkdanên cemaweriyê di çarçoveya doza qetilkirina Hrant Dînk dihatin darezandin de, biryara di derbarê 9 bersûcan de hate eşkerekirin.

Danişîna doza 9 bersûcên ji kuştina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink tên darizandin, li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk hat.

Di danişînê de bersûc Erhan Tuncel û bersûcên din Osman Hayal û Ersin Yolcu ji Trabzonê û bersûcê girtî Yasin Hayal û Ogün Samast jî ji girtîgehên lê bi rêya SEGBİS'ê tevlî danişînê bûn. Bersûcan li hemberî îdîayên di derbarê xwe de parastin kirin. Piştî bersûcan parastin kir heyetê navber da û piştî navberê biryar da. Heyeta dadgehê di doza cînayeta Hrant Dink de biryar da.

Dadgehê li bersûc Erhan Tuncel 99 sal û 6 meh û li Yasin Hayal 7 sal û 6 meh û li Ogun Samast jî 2 sal û 6 meh ceza birî.