Biryara ‘domandina girtina’ Osman Kaval hate dayîn

Karsaz Osman Kaval ê ji Doza Geziyê tê darezandin biryara ‘domandina girtina’ wî hate dayîn.

Karsaz Osman Kaval ê 819 roj in ji Doza Geziyê girtî tê darezandin û DMME’yê ku derbarê wî biryara azadkirinê jî dabû hê nehatiye berdan. Kaval ê parastin kir, anî ziman ku ji nêzîkatiyên dadgeran bi firkar e.

Li gel Osman Kaval 15 bersûcên ku 819 roj in di çarçoveya îdanameya ji ber berxwedana Parka Geziyê girtî ne, rûniştina 5’an li 30’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sîlîvrî ya Stenbolê pêk hat. Osman Kaval ê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê derbarê wî biryara berdanê xwestibû, nehate berdan, li ser vê parêzer bi çepikan derketin derveyî salona dadgehê.

Rûniştina Kaval a bê taloqaî 18’ê Sibatê hate kirin.