Biryara domandina girtina Demîrtaş hate dayîn
Dadgeha Tirk biryara domandina girtina Hevserokê Giştî yê Berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş da.
Dadgeha Tirk biryara domandina girtina Hevserokê Giştî yê Berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş da.
Rûniştina doza siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş ê bi 142 salan girtina cezayê girtîgehê ji bo wî tê xwestin, li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê pêk hat.
Demîrtaş ê rehîn hatiye girtin ev du roj in li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi rêya Sîstema Deng û Reng a Yekbûyî (SEGBÎS) tevlî rûniştinê dibe.
Dozger bi hinceta ‘Sûcên di çarçoveya katagoriya sûc de ne, her wiha dema ser û binê ceza li ber çav bê girtin, wê bi şertê kontrola edlî têrê neke.” biryara domandina girtina Demîrtaş da.
Heyeta Dadgehê jî piştî navberê biyara dozger erê kir û biryara domandina girtina Demîrtaş da. Rûniştin taloqî 2-3’yê Îlonê hate kirin.