Birîndarkirina Nûjiyan Erhan hate şermezarkirin
Însyatîfa Rojnamevanên Azad, birîndarkirina rojnamevan Nûjiyan Erhan a ku li Şengalê şerê li herêmê dişopan ku ji aliyê koma bi ser PDK’ê ve hate gulekirin şermezar kir.
Însyatîfa Rojnamevanên Azad, birîndarkirina rojnamevan Nûjiyan Erhan a ku li Şengalê şerê li herêmê dişopan ku ji aliyê koma bi ser PDK’ê ve hate gulekirin şermezar kir.
Însyatîfa Rojnamevanên Azad, têkildarî êrîşa koma çeteyên bi navê ‘Pêşmergeyên Rojava’ ya bi ser PDK’ê ku li herêma Xanesor a Şengalê û birîndarkirina rojnamevan Nûjiyan Erhan daxuyaniyek nivîskî da. Însyatîfê wiha got:
“Hêzên PDK’ê şevê din li dijî Şengalê bi çekên giran êrîş pêk anîn. Di êrîşên PDK’ê de gelek mal rûxiyan û zerar dîtin. Di êrîşên PDK’ê de rojnameger Nûjiyan Erhan birîndar bû. Erhan rakirin nexweşxaneyê û di bin tedawiyê de ye. Çend roj berê li Mûsilê jî rojnamegerek ku nûçe dişopandin di êrîşên DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabûn.
Di demên dawî de rojnamegerên ku wekî berpirsiyariyek mirovahî û wijdanî hewl didin rastiyan ji raya giştî re parve bikin rastî êrîşan tên. Karê rojnamegeran ewe ku agahiyên nayên zanîn û di tariyê de ronî bike û bi civakê re parve bike. Ev rojnamegerên ku erka xwe pêk tînin bi zanebûn dibin hedefa êrîşkaran. Em wekî Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad hemû êrîşên li dijî rojnamegeran şermezar dikin û ji hempîşeya me ya rojnameger Nûjiyan Erhan re şifaya bilez dixwazin. Em dibêjin bi êrîşa li dijî rojnamegeran rastî nayê veşartin û dixwazin êdî êrîşkar dest ji van êrîşên xwe yên li dijî rojnamegeran berdin.”