Bîrdal: Ergenekon ne doza hevrûbûna bi sîstemê re ye
Bîrdal: Ergenekon ne doza hevrûbûna bi sîstemê re ye
Bîrdal: Ergenekon ne doza hevrûbûna bi sîstemê re ye
Parlamenterê DTP’a hatî girtin yê Amedê û parêzvanê mafên mirovan Akin Bîrdal û parêzer Kazim Genç ê ku dixwest tevlî rûniştinên doza Ergenokê bibe lê daxwaza wî nehatibû qebûlkirin têkildarî dozê diyar kirin ku, ev doz bi darbeyan re hevrûbûn nîn e û wiha gotin: “Ev doz ne doza bi sîstemê re hevrûbûnê ye.”
SÛCÊN DIJMIROVAHÎ
Duşema borî di doza Ergenekonê de biryar hat dayîn, yek ji aliyê balkêş ê dozê jî ew bû ku serlêdanan ji bo tevlîbûnê ya parêzer Kazim Genç ku navê wî di ‘lîsteya kesên ew ê werin kuştin’ de ya ku di kompîturê bersûcek Ergenekonê de û Akin Bîrdalê ku ji sûîqestekê bi birîndarî xilas bû nehat qebûlkirin.
Bîrdal têkildarî biryara dozê nirxandinan kir û wiha got: “Di vê dozê de ya ku hat darizandin ne dewleta kûr yan jî avaniya dijhiqûqî ya ku bi navê kontrgerîla dihat binavkirin, bû. Ligel vê sûcên ku li hemberî mirovahiyê hatine kirin ên li herêmê jî di dozê de nehat darizandin.”
SÎSTEMA 12’Ê ÎLONÊ
Bîrdal bal kişand ser ku hêj wesayeta leşkerî bi dawî nebûye û axaftina xwe wiha domand: “Wekî mînak hê jî kiryarên Komkujiya Roboskê nehatine aşkerakirin. Li aliyê din ew bûyerên ku ev çend roj in li Serêkaniya binxetê rû didin. Alîkariyeke hêj negihiştiye wir. Deriyê Dirbesiyê hêj girtî ye.”
Bîrdal anî ziman ku, ev doz bi sîstemê re hevrû nebûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “JÎTEM li herêmê navê kontrgerîlayê ye. Kesê ku tê gotin JÎTEM’ê ava kiriye, di vê dozê de hat darizandin. Dikaribû bihata lêpirsînkirin. Lê nehat kirin. Hêj makeqanûna darbeyê di meriyetê de ye. Di nav civakeke wekhev û azad de hincetên darbeyan jî ji holê radibin lê mixabin ku hêj sîstema 12’ê Îlonê di meriyetê de ye.”