Bîranîna Kaypakkaya weke piştgiriya manewî ya “terorê” hate dîtin
Bîranîna Kaypakkaya weke piştgiriya manewî ya “terorê” hate dîtin
Bîranîna Kaypakkaya weke piştgiriya manewî ya “terorê” hate dîtin
Sala borî li Samsûnê 4 kesên ku ji ber tevlî civîna bîranînê ya Îbrahîm Kaypakkaya bûne dihatin darezandin û her yekê 10 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, hinceta biryarê hate aşkera kirin.
Di hinceta biryara ji aliyê 11’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê ve hatiye aşkere kirin hate gotin ku, sloganên “Bijî şoreş û sosyalîzim” hilgirtina pankartên wêneyên Kaypakkaya, Denîz Gezmîş û Mahîr Çayan weke “çalakiyên sûc” hate dîtin. Dadgehê îdiakir ku, bersûcan bi vê çalakiyê “piştgiriya manewî dane rêxistina terorê”. Dozgeriya ku ev ceza kêm dît û serî li Dadgeha Bilind da ku bersûcan bi sûcê “endamên rêxistina terorê ne” bêne ceza kirin. Di zagonê de ji vî sûcî re 5 heya 10 sal ceza tê dayîn.
Di hinceta biryara dadgehê de Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkay weke “damezirênerên rêxistina terorê” hatin binavkirin. Di biryara ku cih da berfirehiyên bîranînê jî û parast ku bersûcan propoganda “rêxistina terorê ya çekdar TKP/ML TÎKKKO” kirine.