Binpêkirinên li girtîgehên li Marmarayê

MATUHAY DER’ê binpêkirinên mafên girtiyên siyasî yên li girtîgehên Herêma Marmarayê bi raporekê eşekre kir.

Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwarin a Marmarayê (MATÛHAY DER), rapora girtîgehên herêma Marmarayê Eşkera kir.

Di raporê de hat destnîşankirin ku binpêkirinên li girtîgehan zêde bûne û hat gotin ku bi hinceta vîrûsa koronayê li gelek girtîgehan hevdîtinên vekirî nayên kirin, rojname û kovar nayên dayîn, mafê tenduristiyê tê astengkirin, derketina qadên hevpar hatiye qedexekirin.

Bi berdewama raporê de hat diyarkirin ku destûr ji çalakiyên mîna aktîvîteyên civakî, werzîş, sohbetê re nayê dayîn û di çûyîna girtiyan a nexweşxaneyan de pirsgirêk tên derxistin û ev tişt hat gotin: “Dema serdegirtinên kogûşan de pirtûkên tên desteserkirin nayên dayîn. Rojnameya Yenî Yaşamê nayê dayîn. Bi hinceta koronayê tecrîd li girtiyan tê ferzkirin. Girtiyên nexweş hê jî zehmetiyên cidî dikişnin. Nameyên Kurdî nadin girtiyan.”

Di dawiya raporê de hat destnîşankirin ku bi awayekî têrker xwarinê nadin girtiyan û ev agahî hatin parvekirin: “Hin girtiyan ji bo êşa diranên xwe daxwaza derketina revîrê kirine, şê piştî 2 mehan bersiva daxwaza wan dane. Di danûstandina qantînê de bihayê tiştan gelek zêde kirine. Amûrên paqijî û xurekê bi sînor in tên dayîn.”