Binpêkirin û zextên li girtîgehan sînor bezandine

Binpêkirin û zextên li girtîgehan sînor bezandine

Desthildatdariya AKP’ê bi polîtîkayên çewisandin, bêdengkirinê bi dehezaran kes xistine zindanan û li zindanan jî rayedarên girtîgehê li hemberî girtiyan binpêkirinên mafan zêde û dijwar dikin. Li girtîgehên Sîncan, Nevşehîr, Çankiri, Amasya û Kirikkaleyê bi girtiyan re nexweşî zêde dibin, rojê 4-5 caran bi hinceta lêgerînê, wan tacîz dikin, rojnameya Azadiya Welat sansur dikin.

Di dema desthilatdariya AKP’ê binpêkirinên mafan yên keyfî û dijî hiqûqî didomin. Bi taybetî piştî di sala 2012’an de 10 hezar girtiyên PKK û PAJK’ê ketin grevê û şûnde zext zêdetir bûn. Li gorî rayedarên nûneriya Enqereyê ya TUHAD-FED’ê li girtîgehên Anatolya Navîn binpêkirinên mafan zêde bûne.

Di deham desthilatdariya AKP’ê hejmara girtiyan a li Tikriyeyê her diçe zêde dibe, bêhiqûqî, zextên keyfî û binpêkirina mafan jî didome. Desthilatdariya AKP’ê bi armanca gel bê deng bike û biçewisîne bi dehhezaran kes xistine zindanan û ev nêzîkatiya dijî mirovane rewş veguhertiye 12’ê îlonê.

NEXWEŞÊ PENÇEŞÊRÊ YUCEL HÊJ DI GIRTÎGEHÊ DE YE!

Girtiyê bi navê Şehabettîn Yucel ku nexweşê penşêrê ye û yê di girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Sîncanê de ye rewşa wî pir xeter e û hêj di girtîgehê de tê ragirtin. Yukel di 14’ê çile de birin nexwşexaneyê, çend unîte xwîn danê û dîsa şandin girtîgehê. Li revîra girtîgehê kurê wî refeqetiya wî dike û TUHAD-FED sê hefte berê ji Saziya Tiba Edlî re raporên wî şandin lê hêj tu deng tune. Li gorî bersiva ku ji wir bê TUHAD-FED dê ji bo Yucel serbest bê berdan serî li Serokomariyê bide.

LI GIRTÎGEHA AMASYAYÊ NEXWEŞIYA BÊHNEFIŞIKIYÊ ZÊDE BU

Li girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê jî girtî ji ber şert û mercên zivistanê pirsgirêkên tenduristiyê dijîn. Ji ber şilbûna girtîgehê girtî bi nexweşiya bêhnfişikiyê (tengbûna nefes) dikevin. Nûnerên TUHAD-FED’ê yê Enqreyê Mehmet Baytekîn got ku girtiyên nexweş ketine ji ber şert û mercên lê dimînin dê xerabtir bibin.

JI BO TEDAWIYÊ RED

Girtiyê bi navê Ergun Çîçek ku li girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê dimîne nexweşiyên wî yên gurçik û mîdê heye. Divê li nexweşxaneyekê bê dermankirin. Çîçek ji bo tedawiyê serî li îdareya girtîgehê da. Lê bersiva nerênî girt.

LI GIRTÎGEHÊN ÇAKIRI Û SÎNCANÊ SANSURA AZADIYA WELAT

Li girtîgeha Tîpa E ya Çankiriyê ev bi mehane pirsgirêkan pêkneanîna faliyetên civakî didome. Vê carê jî rojnameya Azadiya Welat nadin girtiyan. Her wiha piştî girevên birçîbûnê her roj lêgerîn pêk tê. Ji bo aktîvîteyan dibêjin ‘cih tune’.

Li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Sîncanê ji 15 rojan heta niha rojnamgeya Azadiya Welat hejmarên pêncşem û înê dayê dayîn. Baytekîn got ku dibe ku wan rojan nivîsên Abdullah ocalan derdikeve ji ber wê nayên dayîn.

LÊGERÎNÊN NEVŞEHÎRÊ ÊDÎ GIHIŞTINE TACÎZ Û HEQERETÊ

Li girtîgeha Tîpa E ya Nevşehîrê piştî grevên birçîbûnê lêgerînên mehane her roj pêk tên û ligel vê bi sînor jî namîne. Girtîgeha ku reşw êdî ji usulê derxistiye rojê 4-5 caran bi hinceta lêgerînê dikevin hundir û dibêjin bikevin yek rêzê. Hat hînbûn k udi dema lêgerînan de heqeretê li girtiyan dikin.

Her wiha hat hînbûn ku heman pêkanîn li girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê jî didome.