Binçavkirinên li Wanê hatin şermezarkirin

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê binçavkirina 55 kesan li ber edliyeyê hate şermezarkirin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê têkildarî 55 kesên bi hinceta tevli çalakiyên protestekirina nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan bûne û duh di saetên serê sibehê de hatin binçavkirin, li pêşiya Edliyeya Wanê daxuyanî da. Malbatên kesên binçavkirî jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Welatiyên berteka xwe ya demokratîk nîşan dayîn demildest berdin” hate hilgirtin.

Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Mehtap Işik di daxuyaniyê de got ku ev zêdetirî 8 sal in li Wanê çalakî û xwepêşandanên demokratîk hatine qedexekirin û wiha domand: “Xelkê Wanê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de îradeya xwe nîşan da. Bi rêjeya ji sedî 55 hevşaredarên rêveberî û meclisa xwe diyar kir. Helbet demokrasî tenê ji hilbijartinan pêk nayê. Lê demokrasiyên bêyî hilbijartinê qet nabin. Ev bû 8 sal li bajar û herêma me demokrasî û hiqûq ji holê hatiye rakirin û sepanên qeyûman ji hêla gelê me ve hatiye redkirin.”

Işik, anî ziman ku li dijî hewldana tayînkirina qeyûm û xespkirina îradeya gel a li Wanê, xelkê bajar di 2 û 3’yê nîsanê de berteka xwe ya demokratîk nîşan daye û wiha pê de çû: “Di protestoyena de bi sedan kes hatin binçavkirin û hêzên ewlekariyê hêzeke bêsînor bi kar anîn. Li tu deverên hêzên ewlekariyê li gorî hiqûqê tevgeriyayîn û mudaxile nekirin bûyer derneketine.”

Işik, daxuyand ku di sersibehê de bi ser malên welatiyan de hatiye girtin û wiha bi dawî kir: “Divê ev welatiyên mafên xwe yên demokratîk parastin demildest bên berdan. Heke gazî wan bihata kirin dê tevek jî biçûna îfadeyê. Lê belê bi helîkopteran bi ser malên xwendekar, ciwan û kesên hilbjartî de girtin û binçav kirin. Di encama vê derhiqûqtî û keyfiyetê de zêdetirî 55 hevalên me hatin binçavkirin. Temamiya van kesan li Wanê seknekî demokratîk nîşan dane. Van welatiyên ku xwedî li îradeya xelkê Wanê derketin tavilê berdin. Heke li vî welatî hewldaneke ji bo cîbicîkirina hiqûq û edaletê hebe, divê ev welatî yek kêliyê jî neyên girtin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.