'Binçavkirina 6 rojnamevanan bêhiqûqî û kêfî ye'

Rojnamevanên ku ji ber nûçeyên têkildarî darayiya zavayê Erdogan û Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ku ji aliyê RedHackê ve hate eşkerekirin çêkiribûn, di serdegirtinên 24-25'ê Kanûnê de hatibûn binçavkirinê hê jî di bin çavan de ne.

Midûrê Berpirsa ETHA'yê Derya Okatan, Midûrê Nûçeyana a Ajansa DÎHA'yê ya ku hatî girtin Omer Çelîk û nûçegihan Metîn Yoksû, Midûra Karê Nivîsê ya Rojnameya Yolcûlûk Eray Saygin, Edîtorê berê yê Dîkenê Tûnca Ogreten û xebatkarên Rojnameya Bîrgun Mahîr Kanaat ev 17 roj in li Şaxê Têkoşîna Sûcên Organîze ya Midûryeta Emniyetê ya Stenbolê tê ragirtin.

Okatan dema ku li Enqerê ji bo sersaxiyê çûbû mala malbata xwe di 25'ê Kanûnê de hat binçavkirin, li dijî bêhiqûqiya Rewşa Awarte ev 16 roj in di grevê de ye.

Parêzerê Rojnamevan Eray Sargîn Ermanî Ozturk ji ANF'ê re axifî.

Ozturk destnîşan kir ku Wekîlê Serdozgerê ku di derbarê rojnamevanan de biryara binçavkirinê daye, têkildarî vegera îro wê ji betlaneyê vegere agahî gihiştin me û got: "Heta îro têkildarî naveroka lêpirsînê em negihiştine ti agahiyan. Vê hefteyê bi rêya alîkarê dozgeriyê em ê hewl bidin xwe bigihînin agahiyên têkildarî dosyayê. Ji ber ku Wekîlê Serdozger bi parêzeran re hevdîtin pêk naîne."

Parêzer Ozturk bi bîr xist ku di derbarê dosyayê de biryara 'Sînordarî' heye û wiha axivî: " Mûwekîlên me bi rojane di bin çavan de ne. Lê, ne ji bo wan û ne jî ji bo me têkildarî naveroka lêpirsînê ti agahî nehatine dayîn. Ti agahiyan nadin me lê di derbarê mûwekîlên me yê rojnameya Sabahê re nûçeyan çêdikin."

Erman Ozturk destnîşan kir ku binçavkirina 6 rojnamevanan a 16 rojan bi serê xwe tê wateya bêhiqûqî û êşkenceyê û wiha pê de çû: "Bi awayekî vekirî di derbarê vê lêpirîsînê de ti nirxandinên min ên hiqûqî nîne. Ji ber ku ti eleqeya wê bi hiqûqê ve nîne. Mûwekîlên me jî têkildarî dosyayê jî ti agahî nedane. Bi awayekî kêfî tên ragirtin.

'BI RÊYA ROJNAMEVANAN DIXWAZIN HER KESÊ ÇAV TIRSANDÎ BIKIN'

Parêzer Ozturk, binî xet kir ku rojnamevan ji ber xebat û karên pîşeyê xwe di bin çavan de tê ragirtin. Oztûrk herî dawî wiha got: "Ev lêpirsîn, lêpirsînekî ku di encama vê pêvajoya siyasî de derketiye. Ji beriya referandûma Serokatiyê dixwaze civakê hemû çav tirsandî bikin. Binçavkirina 6 rojnamevanan, dem dirêj binçavkirin û bi gefên girtinê dixwazin peyamekê bidin hemû civakê."

Ozturk daxwaz kir ku dev ji bêhiqûqî û kêfiyetê berdin û daxwaz kir ku bi lezgînî rojnamevanên hatine binçavkirin bên berdan.