Bîlmez: Tecrîd neqede kaos jî naqede

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez diyar kir, komploya 9'ê Cotmehê bi tecrîda li Îmraliyê û neçareserkirina meseleya Kurd didome.

Bîlmez diyar kir ku li Îmraliyê hiqûq pêk nayê û got, "Tirkiye nikare demokratîk bibe, Rojhilata Navîn nikare ji kaosê rizgar bibe, ji ber ku pirsgireka Kurd didome."

Ji 7'ê Tebaxê ve parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê nikarin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez tecrîda li Îmraliyê ya li dijî Ocalan ji ANF'ê re nirxand. Bîlmez bi bîr xist ku mafê herî xwezayî ye ku parêzer karibin muwekîlê xwe bibînin, lê belê ji 7'ê Tebaxê ve tevî ku her hefte Çarşem û Înê serlêdanê dikin serlêdanên wan hemû bê bersiv hatine hiştin.

Bîlmez destnîşan kir ku niha li pêşiya astengkirina hevdîtinên wan ti astengiyeke qanûnî nîne, lewma serlêdanên wan bêbersiv tên hiştin.

'DEMA KU MIJAR BIRÊZ OCALAN BE MAFÊN XWEZAYÎ JÎ TÊN BINPÊKIRIN'

Bîlmez destnîşan kir ku li Îmraliyê mekanîzmayeke kêfî û bêhiqûqî tê bikaranîn û bi bîr xist, mirov xwedî mafên xwezayî ne, her kes divê karibin bêyî cudahiyê ji van mafên xwe yên xwezayî sûdê werbigirin û got, "Lê belê dema mijar Birêz Ocalan be mixabin ji sala 1999'an ve ev mafên xwezayî timî hatin binpêkirin."

'TECRÎDA KU LI SÛRIYEYÊ DEST PÊ KIR LI ÎMRALIYÊ GIHÎŞT ASTA HERÎ BILIND'

Bîlmez diyar kir, ev mekanîzma tecrîd bi xwe ye û anî ziman, tecrîdkirina Ocalan beriya Îmraliyê, li Sûriyeyê jî dest pê kir. Bîlmez destnîşan kir ku piştî girtina hemû deriyên li Ewropayê li muwekîlê wan Ocalan, tecrîda li dijî wî li Îmraliyê gihîşt asta herî bilind. Bîlmez diyar kir, muwekîlê wan ku di çarçoveya komploya 9'ê Cotmehê ya navneteweyî de hewl dan wî bi tenê bihêlin, li Îmraliyê tecrîdeke giran li dijî wî hate pêkanîn û got, "Astengkirina hevdîtinên wî yên niha encameke vê sîstema tecrîdê ye. Sîstema tecrîdê niha jî di dewrê de ye."

'TIRKIYE DEMOKRATÎK NABE JI BER KU...'

Bîlmez destnîşan kir ku pêwendiya tecrîda li Îmraliyê bi rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê heye û got, Tirkiye demokratîk nabe ji ber ku di bingeha vê yekê de neçareserkirina meseleya Kurd heye. Bîlmez anî ziman ku pirsgirêka bingehîn a Komara Tirkiyeyê ev e û ji ber vê yekê jî destûra bingehîn a Tirkiyeyê demokratîk nabe, rejîma şexsekî bûye sazî. Bîlmez diyar kir ku li pişt van hemûyan neçareserkirina meseleya Kurd heye û destnîşan kir, meseleya Rojava jî bi meseleya Kurd ve eleqedar e, rêxistinbûna alternatîf a tevgera Kurd li wê deverê dewleta Tirk aciz kir. Bîlmez got, eger Tirkiye meseleya xwe ya Kurd çareser bike û mafên gelê Kurd bidin wan, divê bi pêşhukmî nêzî rêxistinbûna Kurdan a li Rojava nebe û ji bo vê jî beriya her tiştî tecrîda li Îmraliyê bi dawî bike.

Bîlmez bal kişand ser kaosa li Rojhilata Navîn û got, "Eger di dema xwe de ji bo çareseriyeke aştiyane û demokratîk li dora maseyê rûniştibûna rewş îro bi vî rengî nedibû. Li Rojhilata Navîn kaosek heye, halbûkî eger Tirkiyeyê meseleya Kurd bi perspektîfa demokratîk çareser kiribûya, dibe ku Sûriyeyê jî çareser kiribûya. Eger mesele beriya rûdana Bihara Ereb hatibûya çareserkirin, dibe ku şerê diqewime rû nedabûya. Ji ber ku modeleke demokratîk a ku Tirkiyeyê bi Kurdan re bi ser xist wê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bibûya mînaka demokratîkbûnê. Lê belê ji ber ku di genên dewleta Tirk de fobiya parçebûnê û nêzîkatiya bikaranîna meseleya Kurd heye, ev yek pêk nehat."