Bîlgen: Yên digotin 'bila dayik negirîn' li Parîsê mirov kuştin

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen bal kişand ser Komkujiya Parîsê û got, "Yên ku ji aliyekî ve qaşo digotin 'Bila dayik negirîn' û destê aştiyê dirêj dikirin, li aliyê din rê li ber kujeran vekirin."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna koma partiyê ya heftane li dar xist. Rêveberên HDP'ê yên Eskîşehîrê, dayika Semîh Ozakça yê di greva birçîbûnê de ye Sûltan Ozakça, parlamenterên berê Levent Tuzel û Hamît Geylanî jî tevlî civînê bûn.

Berdevkê partiyê Ayhan Bîlgen di civînê de rojev nirxand. Mîna her civîna komê Bîlgen di destpêka axaftina xwe de silav da Hevserokên Giştî yên HDP'ê, parlamenter, endam û rêveberên HDP'ê û rojnamevanên girtî.

Bîlgen bal kişand ser komkujiya Parîsê ya beriya 5 salan ku siyasetmedarên Kurd Leyla Şaylemez, Sakîne Cansiz û Fîdan Dogan lê hatin kuştin û got, "9'ê Çileyê ji aliyê xweranegirtina li jinan demeke sembol e. Komkujiya li Parîsê bûyereke ku ji aliyekî ve divê weke hevkariya navneteweyî bê dîtin. Ji aliyekî ve jî nîşaneya wê yekê ye ku dewlet fihêlên xwe yên berê didomîne. 3'ê Çileya 2013'an li Îmraliyê civîna destpêkê tê kirin. Hê hefteyek di ser re derbas nebû, ev komkujî tê kirin. Yên ku ji aliyekî ve qaşo digotin 'Bila dayik negirîn' û destê aştiyê dirêj dikirin, li aliyê din rê li ber kujeran vekirin. Ev komkujî li dijî daxwaza aştiyê hate kirin. Omer Guney 36 roj beriya derkeve pêşberî dadgehê, hat îdîakirin ku nexweş ket û mir. Ev ê li sabiqaya Fransayê bi cih bibe."

BÎLGEN CEZAKIRINA SIYASETMEDARAN REXNE KIR 
 
Bîlgen piştre li ser cezayên ku di nava hefteyekê de li paralmenterên HDP'ê hatine birîn rawestiya.

Bîlgen destnîşan kir ku cezayê hatin dayîn biryarên mehkûmkirina ‘aştiyê’ ye û wiha axivî: "Înfazên li dijî aştiyê çiqas balkêş bin biryarên dadgehan ên li dijî aştiyê jî ewqas girîng in. Tenê di nava hefteyekê de wekîlên me û hevserokên me rastî cezakirinê hatin. Her hefte siyasetmedar para xwe ji cezakirinê digirin. Ev mehkûmkirina siyaseta demokratîk e. Birêz Balûken ji axaftinên mitîng û civînên çapemeniyê tê darizandin û cezakirin. Tehamulî li dijî îfadeyên li ser kursiyê tune ye. Me ji vê fêm kir lê ber ne nivîsandine jî hatin cezakirin. Ji ber hesabek medya civakî ne aîdî wî ku parvekirina pêk aniye ceza dane. Li gel di girtekên meclîsê de wê rojê li Meclîsê bûye jî bi îdiaya beşdarî merasîmek cenaze bûye ceza dane. Dema tu aştiyê bixwazî tişta tu ne nivîsînî û beşdar nebî jî dibe sedema cezakirinê."
 
NAVÊ DOZGER DI ‘DOSYEYA MÎT’Ê DE DERBAS DIBE 

 
Bîlgen da zanîn ku dozger Ahmet Karaca yê fezlekeyan amade kiriye di heman deme de navê wî di “dosyeyên MÎT’ê” de jî derbas dibe û got: “Ev dozger ‘xayîn’ tê îlankirin, lê dosyeyên ji bo Baluken tên amadekirin dibin hinceta mahkûmiyetê.” 
 
Bîlgen herî dawî biryarname û Rewşa Awarte jî rexne kir û anî ziman ku dema AKP'ê Qanûna Bingehîn ji holê rakir û her tişt bi biryarnameyan bi rêve bir bila tu kes şaş nemîne. Bîlgen, destnîşan kir ku ger wisa biçe dê êdî tu rol û rista daraz, Qanûna Bingehin û meclîsê nemîne û dê her tişt bibe KHK. Bîlgen, xwest her kes li dijî biryarnameyan û Rewşa Awarte dengê xwe bilind bikin û nerazîbûnên xwe bînin ziman. 
 
Bîlgen, bal kişand ser kongreya HDP'ê ku di 11'ê Sibatê de pêk bînin û xwest her kes ji niha de bi rexne û pêşniyarên xwe tev li kongreyê bibin û hêzê bidin wan. Bîlgen, destnîşan kir ku ew bawer dikin ku dê bi hêzkir û xurtir kongreyê pêk bînin û têkoşîna demokrasiyê bêtir xurt bikin.