Bîlgen: Tirkiye li salên 1930'î vegeriya

Berdevkê HDP'ê Bîlgen Tirkiye şiband salên 1930'î û got, "Demeke têkiliya dewlet-partiyê di zikhev de bû, di salên 1930'î de bi serê Tirkiyeyê de hat."

Berdevkê HDP'ê Bîlgen Tirkiye şiband salên 1930'î û got, "Demeke têkiliya dewlet-partiyê di zikhev de bû, di salên 1930'î de bi serê Tirkiyeyê de hat."

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen li navenda Giştî ya HDP'ê têkildarî bûyer û qewimînên dawî de nirxandin kir. Bîlgen nerazîbûn nîşanî êrîşên polîsan ên duh li hemberî dayikên aştiyê û endamên KESK'ê yên TÎS protesto dikirin da û wiha got: "Li Tirkiyeyê di serdema hewcehî bi mirov bi baldar û xwe bînin ziman heyî êrîşa li mafên demokratîk tenê ji provokasyonan re xizmetê dike."

Bîlgen diyar kir ku Serokomar Erdogan bersiveke mirov îqna bike neda rewşenbîrên dibêjin "Em vedigerin salên 90'î" neda û wiha axivî: "Em difikirin ku em hêj di rewşek xirabtir de ne. Di salên 90'î de çi pêk hatibin ji rêyên bi îşkenceyê îfade dihatin girtin, heta înfazan û heta şewitandina daristanan heman tişt niha jî pêk tên û ji ber vê yekê rewşenbîran şibandinekî wisa kirin. Li dewleta li Tirkiyeyê modela rêveberiyê bi bingeha xwe de weke ya salên 1990'î xuya dike lê modela salên 1930'an e. Demeke têkiliya dewlet-partiyê di zikhev de bû, di salên 1930'î de bi serê Tirkiyeyê de hat. Walî weke rêveberên partiyê dixebitin û di salên 1930'an tên dubarekirin. Ji ber ku wê demê sekreterên partiyê ji ber ku serdema yek partî bû weke waliyên bajar peywir dikirin."

Bîlgen anî ziman ku mantiqa dewlet û partiyê tenê di Serokomar Erdogan de nîn e di serşêwirmendê wî Bûrhan Kûzû de jî heye û wiha axivî: "Birêz Kûzû jî çanda demokrasiyê serdema pirpartîbûnê hezm bike an ne hevokên zelal bikaranîn. Got dema peyva koasliyonê dibihîze laşê wî dixure. Eger akademîsyenek li waletekî demek dirêj li ser qursiya destûra bingehîn xebitîbe û dema peya koalîsyonê bibihîze bixure dibêje 'bila yek partî be û paqij be' Lê Kûzû bi vê yekê rihet nebû û got Îngîlîzî behsa ji pergala parlementeriyê xilas dikin. Kûzû berê jî gotibû ji bo Obama xemgîn e. Em divê ji Kûzû bipirsin em ê li gorî te ji ku derê pergalekê bînin?"

'EZ DIXWAZIM ROBOSKÎ BÎNIM BÎRA ARINÇ'

Bîlgen nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç ên têkildarî komkujiya gundê Zergelê dayîn da. Bîlgen bilêv kir ku Arinç daxuyaniyên TSK'ê dubare dike û wiha pê de çû: "TSK dibêje di operasyona de ti kesên sîvîl nemirine, Wezîrê Karên Derve wisa nabêje û dibêje 'ev yekê wê bê lêkolînkirin' Ev yekê ji me re welat çawa tê rêvebirin baş nîşan dide. Siyasetmedarên sivîl tercumaniya hêzên çekdar dike. Wezîrê Karên Derve dixwaze raya giştî ya navneteweyî rêve bibe. Gelek partiyên navneteweyî komkujî şermezar kirin. Di mijara sivîl mirin an na ez ji Arinç re komkujiya Roboskî bibîr tînim."

Bîlgen têkîldarî gotinên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî yê ku HDP û hilbijêrên HDP'ê kir hedef jî nirxandina "Nûnerên MHP'ê heta ku berê hêrsa xwe didin me bila li dijî yên ku li Iraq û Sûriyeyê tecawizê Tirkmenan dikin û wan qetil dikin bike. Partiya ku heta niha li hemberî wan nerazîbûn nîşan nedaye, partiya ku li dijî DAIŞ'ê zimanê nifrînê evqas bi kar neaniye ez gotinên wî yên ji bo 80 kesên partiya ku hatine hilbijartin radestî wî dikim."

Bîlgen wiha berdewam kir: "Piştî hilbijartinê em dixwazin yên ku îxtidar teslîmî partiya îxtidarê kirin re dixwazin rê nîşan bidin. Eger dixwazin partiya îxtidarî bêyî rîsk welat rêve bibin û naxwazin bi me re di meclîsê de li cem hev rûnên dema ku ji sedî 5 parlamenterên wan îstîfa kirin wê demê hem wê pirsgirêka rêvebirina welat wê ji holê rabe hem jî bi me re li cem hev wê rûnenên. Heke serokê partiyekî bi vî rengî bixave çelikên gurê jî êrîşî hemû al, sembolan bikin û wan wekî dijmin bibînin. Dê lîc bikin. Xwe dê wekî polîs û leşker bihesibînin. Li bajarê Bahçelî gotinekî pêşiyan a xweş heye wekî 'Giran rûnê kamil be, bi kevirên giran ve coniyê dikin bi kevirê sivik ve pîsîtiyê paqij dikin.' Siyasetmedarên Tirkiye divê baldar bin ku gotinên wan ji çi re rê vedike."

Bîlgen piştre pirsên rojnamevanan bersivand û têkîldarî pirsa rawestandina 13 cenazeyan a bi biryara Desteya Wezîran a li Deriyê Sînor ê Xabûrê ev bersiv da: "Cenaze têkîldarî bi hiqûqê yê mirî ve nîne girêdayî hiqûqa yên mayî ye. Di dema pêvçûnên herî dijwar de jî hiqûqêkî ji bo cenaze û dîlan heye ceribandinên ku dîroka mirovahiyê di vî mijarê de derxistiye holê heye. Heta niha dewletê ji bo cenazeyên kesên ku ji bo piştgiriya Kobanê ji Anatolyayê û ji deverên din çûne pirsgirêk dernedixist. Lê niha ligel ku hefteyek û nîv derbas bûye jî helwestekî wisa nîşan nedabû. Ji Kongreya Îslama Demokratîk hewldanek çêbû. Bi Serokatiya Karên Diyanetê ve hevdîtin pêk anîn. Ez difikirim ku dayîna cenazeyan dibe ku ji bo aştiyê bibe fersendek."