Bîlgen: Ji pêvajoya darbeyê ders nehatiye girtin

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen, hevdîtinên Destûrê ku tê armanckirin bêyî HDP’ê bikin nirxand û got, ‘’Tişta berbiçav ew e ku ji pêvajoya darbeyê ders nehatiye derxistin, heman şêwaz piştî 15’ê Tîrmehê jî berdewam dike’’

Nûnerên AKP, CHP, MHP’ê roja Înê wê werin cem hev. Partiya Demokratîk a Gelan jî ji bo van hevdîtinan nehate vexwendin. Di komîsyonên sê alî de, kesên ku wê partiyan wek temsîlî ji AKP’ê Abdulhamît Gul, ji CHP’ê Bulent Tezcan û ji MHP’ê jî Mehmet Parsak e.

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen bûyerên borî nirxand û got, hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê dikine hincet û bi bayê bezê pêvajoya jinûveavakirinê tê xebitandin û wiha pê de çû; ‘’Dixwazin HDP’ê, derdorên piştevanên HDP’ê, li Tirkiyê têkildarî Desûrê her çi diparêzin, têkoşînê çi didin, dixwazin di vê pêvajoya nû de werin beralîkirin.’’

Bîlgen diyar kir, ew weke HDP’ê tevlêbûna nav pêvajoya Destûrê weke heq û peywirekê dibînin û got: ‘’Em hêvî dikin ku ev çewtî were rastkirin. Lê dema ku tercîheke wiha bikin jî yên ku winda bikin wê ne em bin. Hemû Tirkiye wê winda bike. Partiyên siyasî yên ku di vê platformê de cihê xwe digirin û nebûna me ji xwe re nakin derd wê winda bikin. Ber bi 15’ê Tîrmehê ve, bi ‘’Hişmendiya demokrasiyê ya ev her sê bi hev re’’ verastkirinên leşkerî pêk anîn. Mijara destlênedanê, tezkereya Sûrî hate derxistin. Tişta ku xuya dike ew e ku ji pêvajoya darbeyê qet ders nehatine derxistin. Heman şêwaz piştî 15’ê Tîrmehê jî berdewam e.’’

Bîlgen têkildarî pêvajoya Destûrê, gotina; ‘’Ku bixwazin bila tevlê bibin’’ bi bîr xist û wiha axivî: ‘’Em di nav lêgerîneke wiha de ne. Helbet mijara destûrê hemû civakê têkildar dike lê nazikbûn, şêwazeke siyasetê jî heye. Dixwazin çi bikin, çi biçelpizînini, ew zanin, fermo. Bi pakêta nû wê cizayê îdamê bînin, yan jî rewşa fiîlî wê weke serokkamariyê ve girêbidin? Em ê bi hev re vê bibînin. Têkildarî destûrê pêşniyazên me zelal in, em ê vê bi beşên civakê re jî biaxivin, nîqaş bikin. Siyaseta Tirk, parlementoya Tirk bi vederkirina me, wê çi li pêşberî civakê, dinyayê deyne, em ê vê jî bibînin.’’

Têkildarî pirsa me ya bi rengê, ‘’CHP wê sizayê îdamê serokkomariya bi partî erê biki?’’ Bîlgen wiha got: ‘’Rêbaza tiştekî çawa be, armanca ku wê bigihijiyê jî wê wiha be. Heke hûn cihêkariyeke ev çend beloq, vederkirineke ev çend berbiçav, neheqiyê normal bibînin, heke hûn dixwazin bi milyonan mirovên ku dengê xwe dane HDP’ê ji nedîtî ve werin, tişta ku hûn dixwazin bigihijinê ez dibêm qey wê ne demokrasî be. Bi derdekî weke afirandina destûreke wekhevîxwaz ne pêkan e ku karekî wiha were kirin. Ti hêncet, ti sedem vederkirina partiyekê biheq nake, normal nake.’’

Bîgen têkildarî pirseke dî ya têkildarî pirsa CHP’ê jî got, ‘’CHP êdî vê biryarê bi vîna xwe distîne? Di lîjneyên xwe de bi nîqaşê distîne? Lê difikire bê ka ew ê bikaribe hesabê bide zemîna xwe? Helbet ew çêtir dizanin. Lê verastkirinên têkildarî leşkeran a beriya niha, tezkereya Sûrî, di pêvajoya destlênedana wekîlan de, helwesta ku hatiye nîşandan ne helwesteke wiha bû bikaribe ji bendewariyan re bibe bersiv. Wekîlên ku têra xwe erênî ne, azadîxwaz difikirin, diyar dibe ku hesabê ku gelê ew hilbijartina nafikirin û biryaran didin. Ev pêvajo wê şapeyên mezintir li  Tirkiyê rake. Em hêvî dikin ku hilbijêrên CHP’ê di vê mijarê de wê helwesta xwe nîşan bide. Wekîlên di nav CHP’ê de wê li hemberî vê hevdîtinê bibin xweyî helwest.’’