Bîlgen: Heke Rewşa Awarte neqede wê Tirkiye ber bi kaosê ve biçe

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen pêşveçûnên di rojevê de nirxand.

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) der barê geşedanên li Tirkiye civîna çapemeniyê pêk anî. 

Nirxandinên Bîlgen wisa ne:

“Em sersaxiyê ji malbata hevserokê me yê Tekîrdagê dixwazin ê ku di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Dîsa em bi minasebeta salvegera kuştina Metîn Goktepe wî bi bîr tînin. Metîn Goktepe, di dîroka çapemeniya Tirkiyeyê de hêjayî bibîranînê ye.

‘DI ŞEXSÊ BALÛKEN DE XWESTIN HEYFA XWE BISTÎNIN’

Bi cezayê li Îdrîs Baluken û Sebahat Tuncel hat birîn, rasterast xwestin ku siyaseta demokratîk mahkum bikin. Xwestin hewldana çareseriya demokratîk ceza bikin. Azadiya ramanê ku di çarçoveya destnedayîna kurdiyê de axivîn, hatiye cezakirin. Îro gor û goristan tên şikandin û xerakirin. Di vê pêvajoyê de nîqaşa li ser goristanan şerma herî mezin e. Ev pêkanîn li dijî mirovahiyê ye. Goristanan ji bo xwe wekî gefê dibînin. Di pêvajoyek wisa de bi êşên gel dilîzin. Li ser goristanan hêza xwe nîşan didin."

GIRTÎGEHA XARPÊTÊ

Girtî li dijî îhlalên mafên mirovan 2  meh in di greva birçîbûnê dene. Mirovên li Pirsûsê li dijî mirinê bi ser ketin û niha li Xerpêtê girtî ne, wan sirgûn dikin. Em dipirsin Girtîgeha Xerpêtê girêdayî Wezareta Dadê ye an girêdayî cihekî din e.

‘MIRINA BI SIVÎLÎ TÊ FERZKIRIN!’

Rêveberên me yên girtî tên darizandin piştî 2 sal şûnde derxistin pêşberî dadgehê. Bi gefan dixwazin rêveberên partiya me bikin sîxur. Dixwazin bibin hevkarê wan û sîxuriyê bikin. Ev perçeyê kuştina sivîl e. Em vê yekê şermezar dikin.

‘TU MEKANÎZMA TUNE YE KU EWLEHIYA HILBIJARTINÊ BIPARÊZE’

Li Tirkiye rojeva sereke Rewşa Awarte ye . Divê êdî Rewşa Awarte ji holê rakin. Rojeva partiya me ya sereke Rewşa Awarte ye. Lê di rojevên partiyên din de hilbijartin heye. Di şert û mercên Rewşa Awarte de wê çawa hilbijartin pêk bê? Li Tirkiyeyê mafê bijartin û hilbijartinê tenê dengavêtina sindoqê maye. Ev jî ne di bin ewlehiyê de ye.”

 ‘EM LI SER REXNEYAN DISEKININ’

Bîlgen, herî dawî destnîşan kir ku HDP beriya kongreya giştî konferansan pêk tîne û ji bo pêşerojek xurttir ji hemû rexneyan re vekirî ne. Bîlgen anî ziman ku ew dixwazin hemû cureyên rexne û pêşniyaran bên kirin û ev ji bo wan bêtir motivasyonê xurt dike. Bîlgen, destnîşan kir ku ev jibo pêşketin û xurtkirina demokrasiye bi qîmet û nirx in.

Bîlgen, herî dawî pirsên rojnamegeran bersivand û da zanîn ku êdî dirêjkirina Rewşa Awarte sûc e.