Bîlgen: AKP wê nikaribe ji berpirsyariya komkujiya Parîsê bireve

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen bal kişand ser berpirsyariya AKP'ê ya di Komkujiya Parîsê de. Bîlgen got, Fransa jî pîvanên xwe ji nedîtî ve tê.

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê ji ANF'ê re axivî.

Bîlgen bi bîr xist ku di ser kuştina siyasetmedarên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re 5 sal derbas bûne, lê hê cînayet nehatiye ronîkirin. Bîlgen diyar kir ku vê komkujiyê raxistiye pêş çavan ku hemû pîvanên dewleta hiqûqê bi rengekî kêfî hatine tevizandin û got, "Ya ku qewimî nîşan da ku di oxira berjewendiyên dewletan û têkiliyên qirêj de jiyana mirovan bi hêsanî tê tinekirin."

Bîlgen anî ziman, heta ku cînayetên qirêj ên bi vî rengî neyên ronîkirin, ev ê di sicîla Ewropa û Tirkiyeyê de weke deqeke reş bimîne û got, "Faîl, berpirsyar, plansaz û yên çavên xwe li komkujiya Parîsê girtine, wê rojekê ji ber sûcê li dijî mirovahiyê hesab bidin."

Bîlgen da xuyakirin ku bi belgeyên bi sernavê "veşartî ye" û "daxwazname" rola MÎT'ê ya di cînayetê de kifş bûye, lê tevî vê jî tiştek nayê kirin û destnîşan kir ku di vê hikumet, MÎT û mûxalefet dest ji nêzîkatiya xwe ya ku mijarê ji nedîtî ve tê, berdin.

Di dewama axaftina xwe de Bîlgen got, "Ji ber ku mexdûr siyasetmedarên Kurd in, desthilatdarî û mûxalefet hewl didin bi hev re bûyerê binixumînin. Halbûkî yên ku niha li pêşberî kuştina Kurdan bêdeng in, dema ku sibe li Tirkiykeyê sûîqestên din çêbûn, hingî wê îmkanê xwe yê axaftinê nemîne."

'NE JI BO ÇARESERIYÊ, LÊ JI BO TASFIYEYÊ XEBITÎN'

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen destnîşan kir ku kuştina 3 siyasetmedarên Kurd di rojên destpêkirina 'pêvajoya çareseriyê' de nîşaneya nêzîkatiya kevneşop a dewletê ye û got, "Pêvajoya çareseriyê weke rêbazeke tasfiyeyê bi kar anîn û bi ser neketin. Eger di pêvajoyê de bi rastî jî samîmî bûna, eger li gorî mînakên serketî yên li cîhanê tevbigeriyan an jî ji mînakên neserketî ders derxistibûna, encam wê bi vî rengî nebûya. Di pêvajoyên dind e jî, hewldanên sûîqestê yên li Kurdistana Iraqê jî encama heman mejî ye."

'OKSUZ JÎ, ALÎKARÊ MUSTEŞAR JÎ JI ALIYÊ HEMAN HÊZÊ VE TÊN PARASTIN'

Bîlgen ragihand ku alîkarê musteşarê MÎT'ê yê ku mohra wî li binê belgeya "veşartî" û "daxwazname" komkujiya Parîsê bû, heman kes e ku tevî Adîl Oksuz hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê bi rêxistin kiriye. Bîlgen anî ziman hêza ku hişt Adîl Oksuz biçe, alîkarê navborî yê musteşarê MÎT'ê jî diparêze. Bîlgen destnîşan kir ku çi dibe bila bibe, di mijarên wiha de mûaxtab cemaetek nîne, mûxatab dewlet bi xwe ye û got, heta ku dewlet berpirsyaran nebîne û ceza neke, wê nikaribe xwe ji berpirsyariyê rizgar bike.

Bîlgen herî dawî anî ziman ku di têkoşîna azadiyê de berdêlên gelekî giran hatine dayin, berdêlên herî giran jî ji aliyê jinan ve hatine dayin û got, "Em di demeke welê e ne ku ev berdêlên giran vediguherin destketiyan."