Bîlançoya Tendûrek û Kato hate eşkerekirin: Bi dehan leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku li Çiyayê Tendûrek û Kato derbên giran li leşekrên Tirk xistine.

HPG, ya ku bîlançoya şerê li Çiyayên Tendûrek û Kato qewîmi eşkere kir, diyar kir ku herî kêm 57 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.

HPG’ê bal kişand ser şerê taybet ê çapemeniya taybet wiha got: “Li dijî çalakiyên gerîlayan ên li Kurdistanê hatin destpêkirin û serkeftinên mezin bi xwe re anî, çapemeniya şerê taybet ê ku diyar dikin ku oparesyonên herî serkeftî di van salên dawî de lidar xistine, weke her carê dîsa windahiyên artêşa Tirk vedişêre."

Di daxuyaniyê de HPG’ê, têkildarî şerên li Çiyayên Tendûrek û Kato qewimîn ev agahî parvekir:

“Di çarçoveya operasyona artêşa Tirk a li Katoyê dayî destpêkirin de; 24’ê Gulanê di saet 19:00’an de hêzên me li dijî leşkerên tîmên taybet ên li derdorî girê Gezax bi cih bibûn, çalakiyekî veşartî lidar xistine. Di vê çalakiyê de hêzên me bi awayekî pir xurt li 4 çeper 2 konan dixin û di rûxînin. Li vir hêzên me 12 leşkerên tîmên taybet dikujin, gelek leşker jî birîndar dibin. Leşkerên ku sax jî mayî gir dihêlin û direvin. Her wiha hêzên me li vir çeka sekvaniyê ya HK-417 jî radike. Artêşa Tirk piştî çalakiyê 2 saetan û şûnde kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji qadê rakirin. Ev çalakî ji bo şehîdên meha gulanê lidar xistine.

LI TENDUREKÊ GERÎLA ÇÛNE LI SER CENAZEYÊ 45 LEŞKERÊN TIRK

Ji aliyê gerîlayên me ve li Herêma Serhedê, dest bi Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Mahîr, Şehîd Argeş û Şehîd Eylem kirine. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî de; 23’ê Gulanê piştî nîvroyê heta roja 25’ê Gulanê jî li Çiyayê Tendûrekê çalakiyên hemwext hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de gerîla çûne ser cenazeyê 45 leşkaran. Di vê çalakiyê de çekek BKC, çekek melez a HK-33, çeke bombe avêj û rextek, kamerayekî termal û gelek çenteyên leşkerî li gel amûrên wan hatin desteserkirin. Artêşa Tirk bi balafirên şer û helîkopterên bi tîpa Kobra, obus û hewanan qad bomberdûman kirine. Her wiha hêzên me helîkopterên ku hatin qad jî bi çekên giran lêxistin û helîkopterekî bi tîpa Kobra jî derb kirin.

Pêngava Şoreşgerî ya ku ji aliyê gerîlayên me ve hatî destpêkirin didome, têkildarî pêngavê her ku agahî hatin wê bi raya giştî re bê parvekirin.