Bîlançoya Taksîmê: Bisedan kes birîndar û bi dehan binçavî

Bîlançoya Taksîmê: Bisedan kes birîndar û bi dehan binçavî

Di encama êrîşapolîsan a li hemberî welatiyên ji bo Parka Gezî ya Taksîmê nobet digirtin zêdehî 500 kes birîndar bûn û zêdehî 80 kes jî hatin binçavkirin.

Di encama êrîşa polîsan a li hemberî welatiyên ji bo Parka Gezî nobet digirtin de bi sedan kes birîndar bûn. Çalakvan bi rêbazên xwe pêk anîn li hemberî gaza îsotê xwe diparêzin. Li avahiya Şaxa Endezyarên Makîneyê ya TMMOB'ê ya Taksîmê, Şaxa Odeya Avahîsazên TMMOB'ê ya Stenbolê ya li Beşîktaşê, Odeya Tabîban a Stenbolê û hekîmên dildar ji bo bi lezgînî mudaxeleyê li welatiyên birîndar dibin revîr ava kirin.

Hate hînbûn ku, di êrîşa polîsan a şevê din a li Kolana Îstîklalê bi sedan kesên birîndar bûn serî li revîran dan. Li gorî agahiyên Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban a Stenbolê Alî Çerkezoglu dan şevê din heta saet di 21.00'an de nêzî 400 kesan serî li Nexweşxaneya Îlkyardim a Taksîmê û Nexweşxaneya Şîşlî Etfalê dan. Çerkezoglu diyar kir ku, ji ber zêdebûnê hejmara kesên serî li wan revîran dayîn bi zelalî nayê zanî.

Hate hînbûn ku, 6 welatiyên rewşa wan giran ên li beşên nexweşxaneyên cuda tên girtin hene. Rewşa Lobna Allanî ya ji ber kapsula gazê birîndar bû li Nexweşxaneya Îlkyardimê ya Taksîmê tê girtin jî rewşa wê cidî ye. Hate ragihandin ku jina 26 salî ya di bin panzerê de mayî jî talukeya jiyana wê berdewam dike.

Hate ragihandin ku, hejmara kesên di bûyeran de hatin binçavkirin 80'ê kesan derbas bûn. Li bendêne ku kesên birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê piştî kontrola tendurîstiyê dê sewqî edliyeyê bên kirin.