Bîlançoya erdheja Xarpêtê giran dibe
Di erdheja li navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê de hejmara miriyan bû 38.
Di erdheja li navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê de hejmara miriyan bû 38.
Di saetên serê sibê di encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de saet 11:00’an cenazeyê sê kesên din hatibûn derxistin.
Li gorî bîlançoya nû ya erdhejê hejmara miriyan bû 38. Tê texmînkirin ku hê jî cenazeyê 3 kesan di bin xirbeyan de mane.
Hate ragihandin ku heta niha 45 kes bi saxî ji bin xirbeyan hatine derxistin.
Erdhej şeva Înê saet di 20:55’an bi pileya 6.8 pêk hatibû. Erdhej li gelek bajarên derdor hate hîskirin û navenda erdhejê navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê hatibû nîşandan.