‘Bîlançoya din a şîdeta polîsan’
‘Bîlançoya din a şîdeta polîsan’
‘Bîlançoya din a şîdeta polîsan’
Di encama şîdeta ku polîsan li Parqa Gezî pêk anî de di 17 rojan de 8 kuçik, 63 pisîk û bi hezar çûk mirin.
Hekîmê veterîner yê ji Însiyatîfa Gel a Sewlan Tolga Yazici, ji rojnameya Cumhuriyetê re aixvî û li gorî daxuyaniyê di 17 rojan de ji ber gaza îsotê 8 kuçik, 63 pisîk û hezar û 28 çûk mirine. Nûnerê Federasyona Mafê Sewala (HAYTAP) Tîmur Ugan diyar kir ku ji ber sedema gaza îsotê bi hezaran çûk mirine û çûkên li nêzî parqa Gezî diman, hêkê xwe hiştine û çûne. Her wiha çavê bi sedan sewalî kor bûne.
Ugan got bikaranîn her cureyê gazên jehrî sûcê mirovahiyê ye û got: “Ez gaza tê bikaranîn tenê ne li ser mirovan, jinan, zarokan, nexweş, kal û pîr û xwezayê seqet dihêle. Madeyên kujer tê de ne. Di dema berxwedanê de pir zêde hat bikaranîn û ev jî rê li ber mirina sewalan vedike.