Bîlançoya cebilxaneyên leşkerî a 10 salên AKP’ê: 20 mirî 67 birîndar

Bîlançoya cebilxaneyên leşkerî a 10 salên AKP’ê: 20 mirî 67 birîndar

Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Îdrîs Baluken de barê mayîn û cebilxaneyên leşkerî ku di encama wan de welatiyên jiyana xwe ji dest dane û yên birîndar bûne de pirsnameyek dan Wezîrê Karê Hundir Îdrîs Namîm Şahîn.  Li gorî îstatîstîkên Şahîn dane di navbera 2002-2012’an de di encama teqîna mayîn û cebilxaneyên leşkerî yên eraziyan de 20 kesî jiyana xwe ji dest daye û 67 kes jî birîndar bûne.

Îdrîs Naîm Şahîn ku duh Erdogan ew ji peywirê girt, duh bersiva pirsnameya Parlamenter Îdrîs Baluken dan.  Şahîn da zanîn der barê welatiyên di encama teqînê de jiyana xwe ji dest dane de di navbera 2003-2012’an de 7 leker lêpirsîn lê hatine vekirin û lêpirsîna wan hêj didome.  Şahîn derbarê mayînên ku li nêzî qerekolan hatine bicihkirin jî îdia kir k udi çarçoveya ‘Peymana Ottawa’ de faliyetên paqijiyê didome.  Şahîn agahiyên îstatîstîkî yên der barê mirina welatiyan k udi navbera 2002-2012’an pêk hatiye û yên din bin berpirsyariya herêma cendermeyan pêk hatiye jî, da.

MIRINÊN HERÎ ZÊDE DI 2003’AN DE ÇÊBÛNE

Li gorî îstatîstîkan di navbera 2002-2012’an de di encama teqînên li ereziyan pêk hatine de herî zêde di sala 2003’an de çêbûne. Di vê  2003’an de 5 kes mirine û  saleke din ya ku herî zêde kes mirine jî 2012’ye. Di sala 2006’an de hejmara birîndaran zêde ye.  di vê salê de 13 kes ji ber sedemên cuda birîndar bûne.

LI GORÎ SALAN ÎSTATÎSTÎK

Di 2002’an de kesek miriye 3 jî birîndar bûne.  Di sala 2003’an de 7 mirine, 7 birîndar bûne. Di 2004’an de yek mirî, yek jî birîndar. Di 2005’an de yek birîndar. Di 2006’an de 2 mirî û 16 birîndar. Di 2007’an de 3 mirî,2 birîndar. Di 2008’an de yek mirî û 9 birîndar. Di 2009’an de 3 mirî û 7 birîndar. Di 2010’an de 8 birîndar. Di 2011’an de yek mirî û 7 birîndar. Di 2012’an de 3 mirî û 5 birîndar. Bi giştî di 10 salan de 20 kes mirine 67 jî birîndar bûne.

LI GORÎ BAJARAN ÎSTATÎSTÎK

Her zêde li Şirnexê teqîn pêk hatine. Di 2002, 2003, 2005, 2006, 2008  û 2009’an de teqînên mayînê pêk hatine.  Piştî Şirnexê jî Çewlîke. Li gorî bajaran îstatîstik wihane: “ Li Colemêrgê di 2002’an de kesek birîndar bûye. Li Şirnexê di 2002’an de yek mirî,2 birîndar, di 2003’an de yek mirî 2 birîndar, 2005’an de yek birîndar, di 2006’an de 3 birîndar, 2008’an de yek mirî, yek birîndar, 2009’an de yek mirî û yek jî birîndar. Li Wanê di 2004’an de yek mirî, di 2006’an de yek birîndar, di 2011’an de yek mirî 5 birîndar. Li Rihayê di 2004’an de yek birîndar, di 2007’an de yek mirî, di 2012’an de yek birîndar. Li Agiriyê di 2005’an de yek birîndar, di 2006’an de 3 birîndar, di 2009’an de du birîndar, di 2012’an de yek mirî yek birîndar.  Li Îzmîrê di 2006’an de yek birîndar. Li Sêrtê di 2006’an de yek mirî du birîndar, di 2007’an de jî yek birîndar. Li Çewlîkê di 2003’an de 4 mirî 5 birîndar, di 2006’an de 3 birîndar, di 2008’an de 2 birîndar, di 2010’an de yek birîndar û di 2012’an de jî 2 mirî yek birîndar. Li Edîrneyê di 2008’an de yek birîndar. Li Bedlîsê di 2008’an de 4 birîndar. Li Mereşê di 2009’an de 2 mirî 3 birîndar. Li Erdexanê di 2010’an de yek birîndar. Li Qersê di 2006’an de yek birîndar, di 2011’an de yek birîndar.li Mêrdînê di 2011’an de yek birîndar. Li Amedê di 2007’an de yek mirî, yek birîndar, di 2011’an de 4 birîndar. Li Dîlokê di 2010’an de 4 birîndar. Li Îdirê di 208’an de yek birîndar. Li Erziromê di 2009’an de yek birîndar. Li  Çanakkaleyê di 2007’an de yek birîndar. Li  Sakaryayê di 2006’an de yek mirî, yek birîndar. Di navbera 2002-2012’an de bajarê ku herî zêde wendahiya can lê çêbûye bi  6 kesan Çewlîkê.