Milîsên Tevgera Şoreşya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bîlançoya 2020'an ragihand.
Milîsên HBDH'ê daxuyaniyeke niviskî da û diyar kir bi çarçoweya pêngava seferberiya şoreşger a dijî faşîzma AKP-MHP'ê sala 2020'an çalakî kirine, wan li cihên ku xwe lê ewle didîtin li faşîzmê û piştevanê dane, ew îmha kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Çalakiyên me yên sala 2020'an xebara çalakiyên me yên sala 2021'an dide'' û hate ragihandin sala 2021'ê bi çarçoweya pêngava seferberiya şoreşger a, ''Em ê faşîzmê hilweşînin, azadiyê pêk bînin'' çalakiyên karîgertir bikin, ji mêtingeran, desthilatê faşîst, kujerên jinan û kapîtalîzma patrîyarkal hesab bipirsin.