'Bila Wezareta Jinê bê avakirin'

'Bila Wezareta Jinê bê avakirin'

Di kongreya stargehên jinan a li Amedê de jinan xwestin, bi lezgînî Wezareta Jinê bê avakirin, Peymana Stenbolê bicih were anîn, hejmara stargehan bê zêdekirin û pêkanîna 'kêmkirina ceza ya tehrîka giran' were rakirin.

Danezana encamê ya "17. Kongreya Navendên Şêwirmendî/Piştevanî û Stargehên Jinê" hat aşkerakirin.

Rêxistinên jinan dan xuyakirin ku Peymana Stenbolê bicih nayê anîn û xwestin, peymanên navneteweyî yên ji bo pêşîgirtina li tundiya li hemberî jinê hatin morkirin, li ser kaxizê nemînin.

Jinan bibîr xistin ku yek ji rojevên bingehîn ên kongreyê şer bû û destnîşan kirin, ku ew têkoşîna jinên li Rojava li ber xwe didin weke têkoşîna azadî û wekheviyê dibînin û gotin, "Weke jin em careke din dubare dikin, ku her tim alîgirê aştiyê ne."

'DIVÊ WEZARETA JINÊ BÊ AVAKIRIN'

Di danezana encamê ya kongreyê de hat destnîşankirin, ku pêwîstiya jinan ne bi Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê, pêwîstiya jinan bi Wezareteke Jinê ya karibe ji bo wan polîtîkayan biafirîne heye û hat xwestin, ku Wezareta Jinê bê avakirin û li hemû wezaretan polîtîkayên dawî li newekheviya jin û mêr tînin, bên afirandin.

Rêxistinên jinan ragihandin, ku tevî stargehan divê navendên şêwirmendî û piştevaniyê yên jinan jî werin avakirin û anîn ziman, ku mafên di qanûnan de hene nayên bicih anîn û li ser kaxizê dimînin. Rêxistinan gotin, "Çareserkirina vê kêmasiyê û başkirina rewşê di bin berpirsyariya hikûmetê de ye û em vê ji hikûmetê dixwazin."

Rêxistinên jinan xwestin, di dozên kuştina jinê de dawî li pêkanîna 'kêmkirina ceza ya tehrîka giran' anîn û xwestin, li stargehên jinan, ji jinan re bi zimanê dayikê destek were dayîn.

Rêxistinên jinan her wiha ev pêşniyar kirin:

"Der barê kuştina jinan de em dixwazin Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê were avakirin.

Der barê kuştina jinan de em dixwazin li Meclîsê komîsyoneke timî û li qadê jî komîsyona şopandinê ya ji rêxistinên jinan bê avakirin.

Em dixwazin dewlet daneyên li ser kuştin û şîdeta li hemberî jinê qeyd bike û van daneyan bi raya giştî re parve bike.

Em dixwazin gotina "Mêvangeha Jinê" ya Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê bikar tîne weke "stargehê" bê guhertin.

Daxwaziya me ew e ku hemû Şaredarî tavilê stargehan vekin, şaredariyên venekin rastî pêkanînên qanûnî werin."

Rêxistinên jinan ên mora wan li binê danezana encamê hene, ev in:

"Navenda Piştevaniya Jinê ya Edeneyê (AKDAM), Weqfa Piştevaniya Jinê ya Enqereyê, Komeleya Piştevanî û Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Antalyayê, Komeley Nirxandina Keda Destan a Jinê ya Çanakkaleyê, Komeleya Jinê Selîs a Amedê, Komeleya Jinê ya Ceren a Amedê, Komeleya Jinê ya Selîs a Erxanî, Komeleya Jinê ya Keskesor, Komeleya Mala Çandê ya Jinê ya Îzmîr Çîglî Evka 2 (ÇEKEV), Komeleya Piştevaniya Jinê ya Îzmîrê, Weqfa Piştevaniya Jinan (KADAV); Komeleya Jinê ya Serbixwe ya Mersînê, Weqfa Stargeha Jinê ya Mor Çati, Komeleya Jinê ya Mûşê (MUKADDER), Komeleya Piştevaniya Jinê ya Nevşehîrê, Komeleya Stargeha Jinê ya Soke, Komeleya Piştevaniya Jinê ya Mala Jiyanê ya Rihayê, Komeleya Jinê ya Wanê (VAKAD)"