HDP: Bila sala nû bibe sala azadiyê

Hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar peyama sersalê dan û xwestin ku sala nû bibe ''Sala Azadiyê''.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar peyama sersalê dan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin sala 2020'an bi newekhevî, hêla vîrûsa koronayê, tecrîd, nehiqûqî, bêkarî hejarî, binpêkirina mafê mirovan û têkoşîn û berxwedana dijî van derbas bûye û hate gotin, ''Mixabin hişmendiya otorîter, totalîter ku cografyaya me dorpêç kiriye didome. Di nav van şertên giran de bi hêza ku em ji çanda piştevaniyê û têkoşînê distînin bi hêviyên mezin sala 2021'ê pêşwazî dikin.''

Bi berdewamî wiha hate gotin: ''Bi hêz û morala ku em ji têkoşîna azadî, wekhevî û dadê ya ku li ser van xakan didome distînin 2020'an li dijî şertên giran ên zext û êrîşan bi eynî îdeal û biryardariyan em têkoşiyan. Her serhatiya ku em jiyane hem daxwaza me ya li dahatuyê tûj dike û hem jî her roja ku diçe bêhtir dike ku muxalefeta civakî li ser qadeke hevpar werin cem hev.''

Bi berdewamî hate diyarkirin ew bawerî pê tînin, li dijî tifaqa neqenciyê ku ji bo desthilata xwe li ser piyan bihêlin welêt didin ber êgir sala nû wê bibe sala têkoşîn û berxwedana mezin, li dijî hişmendiya AKP-MHP'ê ku hemû nirxên demokratîk, mirovî, sincî tine dihesibîne ew ê nûneriya xwîşk û biratî, wekhevî, aştiyeke birûmet û muxalefeta demokratîk bikin û bi bîreweriya berpirsyariya gel û rêz û rêçika siyasî 2020'an têkoşînê geştir bikin.

Di daxuyaniyê de herî dawî hate gotin, ''Li ber çiraya têkoşîna mezin a van xakan di dest me de ye ku em sala 2021'ê bikin ''sala azadiyê''. Bi baweriya manewî ya bi nirxên mirovahiya mezin, mafên gerdûnî ya cejnan ku mirovan nêzî hev dike, em hêvî dikin ku sala 2021'ê bibe sala destkeftinan, em sala nû li hemû gel, bawerî, jin, kedkar û ciwanan ku têkoşîna wekhevî, azadî û dadê geş dikin, pîroz dikin.''