‘Bila pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokatîk û aştiyane bê çareserkirin’

Baroyan di vekirina sala edlî de daxuyanî dan û diyar kirin ku pirsgirêka herî mezin a li pêşiya mafên mirovan, hiqûq û demokrasiyê pirsgirêka Kurd e û xwestin pirsgirêk bi rêbazên aştiyê were çareserkirin û tecrîd bê rakirin.

Baroyên gelek bajaran û rêxistinên hiqûqê bi boneya sala edlî ya serdema 2023-2024’an daxuyanî dan. 

AMED

Baroya Amedê li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da û parêzer beşdar bûn. Rêveberên ÎHD'ê û OHD'ê jî piştgirî dan daxuyaniyê. Serokê Baroyê Nahît Eren di daxuyaniyê de axivî û 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku îro ye bi bîr xist. Eren bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan û rewşa girtiyên nexweş û xwest girtiyên nexweş ku nayên berdan û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan. Eren xwest astengiyên li pêşiya azadiya çapemenî û derbirînê jî bên rakirin. Eren bal kişand ser pirsgirêka Kurd û xwest hemû astengî bên rakirin û pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin. 

ÊLIH 

Baroya Êlihê jî li ber Edliyeya Êlihê daxuyanî da û parêzer bi cubeyên xwe tev li bûn. Serokê Baroyê Erkan Şenses daxuyanî da û xwest astengiya li pêşiya çalakiya Dayikên Şemiyê bê rakirin. Şenses bal kişand ser êşkence û muameleya xerab û xwest ev êşkenceya sîstematîk were bidawîkirin. 

RIHA 

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê jî li ber avahiya Edliyeyê Rihayê daxuyanî da. Hevseroka OHD’a Rihayê Meral Halat di daxuyaniyê de axivî û daxwaza darazek serbixwe û bêteref kir. Halat bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwest tecrîd were rakirin û rê li ber azadî û mafan bê vekirin. 

ÎZMÎR 

Baroya Îzmîrê jî li ber Edliyeya Îzmîrê daxuyanî da û gelek parêzer tev li bûn. Serokê Baroyê Sefa Yilmaz daxuyanî da.