'Bila kujerên bi wesayitên zirxî werin cezakirin'
Şaredarê berê yê Sûrê Demîrbaş, ku xizmên wî bi wesayita zirxî hatin kuştin, xwest ku kujer bên cezakirin.
Şaredarê berê yê Sûrê Demîrbaş, ku xizmên wî bi wesayita zirxî hatin kuştin, xwest ku kujer bên cezakirin.
Li navçeya Licê ya Amedê, xwarzê û jinbira wî jî di navê de 5 xizmên Şaredarê berê yê Sûrê Abdullah Demîrbaş, bi wesayita zirxî hatibûn kuştin. Demîrbaş diyar kir, ser bûyerê tê nixumandin û bi vî rengî kujer tên parastin. Demîrbaş xwest kujer derhal bên darizandin û cezakirin.
'KOMKUJÎ ŞENSÊ JI BO AŞTIYÊ JI HOLÊ RADIKE'
Demîrbaş diyar kir, komkujiyên li herêmê tên kirin nîşan didin bê têkoşîna wan a ji bo aştî û demokrasiyê çiqasî watedar e û bibîr xist, ku di şer de bi hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dane. Demîrbaş destnîşan kir, her ku mirov bên kuştin û komkujiyên ji aliyê dewletê ve tên kirin bidomin, wê şensê aştiyê jî kêm bibe.
'BI YA ME, KONSEPTEK LI SER KAR E'
Demîrbaş anî ziman, komkujiyên ku dewlet bi wesayitên zirxî dike cihê fikaran e û diyar kir, ji ber ku hêzên dewletê heta niha têkildarî komkujiyan hê lêpirsîneke cidî nekirine, fikar hene ku ev komkujî di çarçoveya konseptekê de tên kirin. Demîrbaş ragihand, piştî ku 5 xizmên wî ku xwarzê û jinbira wî jî di nav de ye li Licê ji aliyê hêzên dewletê ve bi wesayita zirxî hatin kuştin, lêpirsîneke cidî û karekî hiqûqî nehatiye kirin û got, "Rayedarên dewletê jî heta nih ali ser mijarê ti daxuyanî nedane. Ji bilî van xizmên min, bi dehan Kurdên sivîl bi vî rengî hatin kuştin, lê hê daxuyaniyek jî nehatiye dayin. Ev rewş dibe sedem ku em bêjin, ev komkujî di çarçoveya konseptekê de tên kirin."
'DIVÊ DEWLET BERPIRSYARAN EŞKERE BIKE'
Di dewama axaftina xwe de Demîrbaş ragihand, li herêma Licê gelek kes di nava du hefteyan de bi wesayitên zirxî hatine kuştin û got, "Divê rayedarên dewletê eşkere bikin bê ev bûyer çawa hatiye kirin û berpirsyar kî ye. Ya ku pêwîste vê zelal bike, hiqûq û dewlet e. Lazim e tavilê lêpirsîn bê destpêkirin. Di vê mijarê de divê dewlet û hikumet kujeran eşkere bike û hesab bipirse."
Demîrbaş da zanîn, ku xuyaye bûyerên diqewime mîna salên 90'î ye û destnîşan kir, ku komkujiya bi wesayitên zirxî jî weke parçeyekî vê pêvajoyê tên kirin.
'QEYDA KAMERA LI PANZERÊ TÊ VEŞARTIN'
Demîrbaş bibîr xist, xizmên wî diçûn serxweşiya mirovên rojek berê bi wesayitên zirxî hatin kuştin û di vê demê de ew jî bi wesayita zirxî hatine kuştin. Demîrbaş diyar kir, der barê bûyerê de ti agahî ji wan re nehatiye dayin û qeyda kamera wesayita zirxî jî hatiye veşartin û bi vî rengî ti ji delîlan nehatine ronîkirin. Demîrbaş xwest, tavilê bûyer ji raya giştî re were eşkerekirin.
Abdullah Demîrbaş destnîşan kir, ku ji bo darizandin û cezakirina berpirsyaran ew ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin û di vî warî de bal kişand ser girîngiya piştgiriya raya giştî.