'Bila her kes 29’ê Hezîranê tevlî meşa li dijî dagirkeriyê bibe!'

KCDK-E, bertek nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê da û bang li her kesî kir ku tevlî meşa 29’ê mehê bibe.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê, di derbarê dagirkeriya dewleta Tirk a Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek parve kir. KCDK-E’yê bal kişand ser êrîşên dagikeriya TC’ê û banga têkoşînê kir. Daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Hukumeta faşîst a AKP-MHP’ê, bê navber polîtîkayên xwe yên li dijî Kurd û Kurdistanê didomîne. Hewl didin destketiyên gelê Kurd ên bi berdêlên giranbiha hatî bidestxistin ji holê rakin. Ev êrîş jî bi hewldana dagirkirina Başûrê Kurdistanê asta dagirkeriyê nîşan dide. Li gelek deverên Başûrê Kurdistanê qereqolên dagirkeriyê û garnîzonên leşkerî bi awayekî mayînde lê kirine û her ku diçe ev dagirkerî tê berfirehkirin.”

'BI ERÊKIRIN Û DESTEKA PDK’Ê...'

Daxuyaniyê wiha berdewam kir:

"Dewleta Tirk armancên xwe yên qirêj ên Îlhaqkirina Başûrê Kurdistanê dixwaze polîtîkayên xwe yên qirêj bi destê PDK’ê pêk bîne. PDK’ê jî li hemberî vê hêzên pêşmerge ji hin deveran kişandine û çeperên xwe ji dewleta Tirk re hiştine. Ev jî nîşan dide ku PDK hevparê polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk e. Lewre ev hewldan rê li ber komkujiya gelê sivîl vedike. Ev hişmendiya li dijî komkujiyê bêdeng dimîne, êrîş dibe ser gelê ku dagirkeriya dewleta Tirk protesto dike û bi vê nêzikatiya xwe ji nirxên Kurdistanê dûr dikeve.

Deweleta Tirk a Efrîn dagir kirî, bi ‘plana çogdanînê’’ li bakurê Kurdistanê komkujî pêk anî û xwestî têkoşîna gelê Kurd tasfiye bike, niha djî dixwaze hemû destkeftiyên gelê me ji holê rake. Yê ku li hemberî vê hişmendî û kiryarê nebe xwedî helwesta neteweyî, hevparê dagirkeriyê ye.”

'BÊDENGÎ RÊ LI BER ÊRÎŞAN VEDIKE'

“Ligel ku li Başûrê Kurdistanê dagirkeriye eşkere tê kirin, hem hukumeta Iraqê, hem hukumeta Başûrê Kurdistanê û hem jî hêzên navneteweyî bêdeng in. Ev helwest bêdengiyê nayê pejirandin. Ev bêdengî rê li ber êrîşên dewleta Tirk vedike. Dewleta Tirk bi van êrîşên xwe dixwaze li ser tevahiya Kurdistanê komkujiyê pêk bîne. Lê belê PDK, van êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji nedîtinê ve tê, dagirkeriya dewleta Tirk a Xakurkê ji nedîtinê ve tê; heta destek didê. Ev helwest wêrekî dide dagikeriyê û rê li ber vedike ku êrîş û dagikerî kûrtir bibin.”

'DIVÊ GELÊ ME LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKE'

“Li dijî vê dagirkeriya ku li ber çavê cîhanê pêk tê divê di serî de gelê me yê Başûrê Kurdistanê, hemû beşên Kurdistanê û derveyî welêt, bi biryardarî li dijî vê dagirkeriyê têkoşîna xwe xurt bikin û hewldana dewleta Tirk a dagirkirina Başûrê Kurdistanê vala derxin. Lewre em bang li her kesî dikin ku li dijî dagikeriya Tirk têkoşînê bilind bikin.”

'BILA HER KES BIHERIKE MEŞA 29’Ê HEZÎRANÊ'

KCDK-E’yê bang li herkesî kir ku bi girseyî tevlî meşa ku wê 29’ê hezîranê bibin û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Li dijî dagikeriya dewleta Tirk a Başûrê Kurdistanê, em bang li her kesî dikin ku 29’ê Hezîranê biherikin qadan û li Ewropa, Kanada, Awûstralya û Japonyayê, bi giyana seferberiyê tevlî meşên li dijî dagirkeriyê bibin.”